Şehîdên meha Hezîranê li Hesekê hatin bi bîranîn

36 şehîdên azadiyê yên meha Hezîranê  bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê hatin bi bîranîn.

Şehîdên meha Hezîranê li Hesekê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Hezîranê li Hesekê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Hezîranê li Hesekê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Hezîranê li Hesekê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Hezîranê li Hesekê hatin bi bîranîn
29 hezîran, 2021   18:10

Bi sedan malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Ji rêveberên kantona Hesekê Dicle Doxan axivî û got: "Erka dikeve ser milê xeta şehîdan bişopînin, divê em nehêlin ku dijmin hêz û îradeya me lawaz bike."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima Elî jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên şehîdên meha Hezîranê xwendin.

Merasîm bi diruşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ANHA