​​​​​​​Ciwanên Yekitiya Kedkaran sûcên dagirkeriya Tirk ên li tevahî Kurdistanê şermezar kirin

Bi dehan Ciwanên Yekitiya Kedkaran a Herêma Cizîrê meşek li dar xist, tê de sûcên faşîsta Tirk ên li tevahî Kurdistanê şermezar kirin û gotin ew li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û ajanên wê yên li herêmê bê deng namînin.

​​​​​​​Ciwanên Yekitiya Kedkaran sûcên dagirkeriya Tirk ên li tevahî Kurdistanê şermezar kirin
​​​​​​​Ciwanên Yekitiya Kedkaran sûcên dagirkeriya Tirk ên li tevahî Kurdistanê şermezar kirin
​​​​​​​Ciwanên Yekitiya Kedkaran sûcên dagirkeriya Tirk ên li tevahî Kurdistanê şermezar kirin
​​​​​​​Ciwanên Yekitiya Kedkaran sûcên dagirkeriya Tirk ên li tevahî Kurdistanê şermezar kirin
29 hezîran, 2021   19:14
QAMIŞLO

Bi diruşma"Werin cenga azadiyê" Ciwanên Yekitiya Kedkaran a Herêma Cizîrê li Qamişlo meşek li dar xist.

Meş ji Çerxerêya Şehîdan ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişlo ve dest pê kir, beşdaran alên Tevgera Rizgariya Kurdistanê, alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hildan.

Dema beşdar gihaştin Goristana Şehîd Delîl Sarûxan deqeyeke rêz girtin, dûvre endama rêveber a Ciwanên Yekitiya Kedkaran Roza Mûsa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Em sûcên terorane yên ku faşîsta Tirk li tevahî Kurdistanê pêk tîne, ji siyasetên qetilkirin, wêrankirin, koçberkirin û guhartina demografiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bikaranîna çekên kîmyawî li Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Dewleta Tirk a faşîst van sûcan li pêş çavên cîhanê tevahî dike.

Dewleta Tirk piştevan û piştgiriya yekemîn ji terorê re ye, ev yek jî li ser erdê bi hewandina komên terorîst û şandina li tevahî cîhanê re mîna Lîbya, Sûriyê, Azerbeycanê, Somal û Afrîkayê îsbat bû. Dewleta Tirk bi hinceta têkbirina PKK’ê hewl dide Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya PDK’ê û mala Barzanî ku êdî li pêş yekitiya kurd asteng in, dagir bike.

Em Ciwanên Yekitiya Kedkaran a Herêma Cizîrê radigihînin ku em li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û ajanên wê yên li herêmê bê deng namînin.

Em bawer in ku dê serkeftin para me be, ji ber em ji bo azadiya gelan tê dikoşin , me soz da rêber Ocalan ku em ê pêşengê şoreşê bin ku parastina xak, nirx, fikir û felsefeya rêber Ocalan bikin."

(fr)

ANHA