Li Tebqayê du eşîr bi hev ketin: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da

Li Tebqayê di navera du eşîran de şer derket. Di encamê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da.

Li Tebqayê du eşîr bi hev ketin: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
29 hezîran, 2021   16:18
TEBQA

Li taxa Kesara ye Tebqayê di navbera eşîra El-Bûseraya û eşîra Weheb de şer derke. Şer ji pevçûnekî di navbera zarokan de derket û çek hat bi karanîn.

Di encamê de ji eşîra El-Bûseraya ciwanê bi navê Feysel El-Belîx (32) jiyana xwe ji dest da.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewriyeyên xwe û bendên kontrolê di nava taxa de zêde kirine da ku alozî kûrtir nebe.

ANHA