'Konferans ji bo parastina ol û jinên Êzidî gavek e'

Beşdarên Konferansa Damezîrner a Yekitiya Jinên Êzidî gotin, konferans bê bibe gaveke erênî ji bo parastina ol û jinên Êzidî û têkibirina planên dagirkeriya Tirk.

'Konferans ji bo parastina ol û jinên Êzidî gavek e'
29 hezîran, 2021   15:47
ŞEHBA

Konferansa Damezrîner a Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava bi dirûşma “Bi fikirê neteweya demokratîk jinên Êzidî yên Rojava dê bi ser kevin” didome.

Piştî axaftina destpêkê, enadma rêveber a Meclisa Kantona Efrînê Newroz Ehmed axivî, lidarxistina konferansê li jinên Êzidî pîroz kir.

'DEWLETA TIRK ARMANC DIKE KU OLA ÊZIDÎ ÎMHA BIKE'

Newroz Ehmed got: "Di dîrokê de Êzidî di gelek ferman û komkujiyan re derbas bûn, bi van fermanan hewl hate dayîn ku nasnama û ola êzidî were îmhakirin û hebûna wan were tunekirin, li dijî êzidiyan rêbazên herî hovane bi kar anîn, ya herî dawî komkujiya li dijî jinên Şengalê bû."

Newroz Ehmed bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û got: "Ya ku dewleta Tirk li Efrînê dike ji kesî re nayê veşartin, hewl dide dîroka êzidiyan tune bike û avakirina mizgefan û avahiyên mêtîngeriyê li gundên êzidiyan îsbata vê yekê ye."

Newroz Ehmed di dawiya axaftina xwe de îşaret bi bandora fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan kir û got, ramanê rêbertî jin bi giştî û yên Êzidî bi taybet azad kir.

'KONFERANS JI BO PARASTINA JINAN GAVEK E'

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinê ya TEV-DEM'ê ya Herêma Cizîrê Zeyneb Hebeş got, konferansa wê bibe gaveke erênî ji bo parastina ol û jinên Êzidî û têkbirina planên dagirkeriyê û tevahî hêzên ku hewl didin nasnameya Êzidî têk bibin.

Ji Almanyayê li ser navê Sîwana Jinên Êzidî Caziya Horan axivî, konferans li rêber Abdullah Ocalan û şêniyên Efrînê pîroz kir û got: "Konferans wê bibe derbeyek li hemberî planên dagirkeriya Tirk û alîgirên wê, her wiha wê bibe bersiveke nû di pirtûka berxwedana jinên Êzidî ya li hemberî fermanan."

'JINÊN ÊZIDÎ DIKARÎN XWE BI RÊXISTIN BIKIN'

Paşê endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Ayşe Mehmûd got: " Jinên Êzidî tevî zehmetiyên tê re derbas bûne jî rêxistin û yekitiya xwe ava kirin û li dijî desthilatdariyê şer dikin. Jinên Êzidî wê bi têkoşîneke xurt tola pakrewanên jin hilînin û li hember planên dagirkeriyê serî hildin."

Piştre peyama pîrozbahiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ya Şengalê hate xwendin.

Konferans bi xwendina rapora kar û xebatê û rêziknameya Yekitiya Jinên Êzidî û nirxandinê wê ji aliyê beşdaran ve didome.

Konferans dê bi hilbijartiên endamên meclisa yekitiyê û encamnameyê bi dawî bibe.

ANHA