Li Dêrazorê çeteyekî DAIŞ'ê hat girtin

QSD'ê ragihand ku li gundewarê Dêrazorê endamê şaneyeke çeteyên DAIŞ'ê hat girtin û alavên li gel wî hatin desteserkirin.

Li Dêrazorê çeteyekî DAIŞ'ê hat girtin
28 hezîran, 2021   19:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), têkildarî mijarê daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya twitterê parve kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di çarçovaya çalakiyên Hêzên Sûriya Demokratîk de ku bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî ji bo pêkanîna ewlehî û aramiya herêmê didomin, Yekîneyên Antî Terorê yên Hêzên Sûriya Demokratîk bi operasyoneke ewlehiyê ku li herêma Ebû Xeşeb a gundewarê bakurê Dêrazorê li dar xistibû endamekî şaneyeke rêxistina DAIŞ'ê girt. Endamê şaneya DAIŞ'ê dema ku hewl dida ji cihê ku xwe lê vedişart bireve hate gitin û alavên teknîkî ku pê re hebûn, hatin desteserkirin."

ANHA