' Armanca Îtîlafê ku axa Sûriyê bifiroşe dewleta Tirk'

Mihemed Ebas Îtlîfa wek "muxalefeta neyînî" bi nav kir û piştrast kir ku armancên wê tenê ku axa Sûriyê bifiroşe dewleta Tirk.

' Armanca Îtîlafê ku axa Sûriyê bifiroşe dewleta Tirk'
29 hezîran, 2021   01:45
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Serokê Îtîlafa Sûriyê Nesir El-Herîrî berê bang li dewleta Tirk kir ku Minbic û Til Rifeat dagir bike. Nerazîbûnên li hemberî vê bangê herku diçe zêde dibe.

Sekreterê Giştî ya Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas, banga El-Herîrî şermezar kir.

Mihemed Ebas têkildarî diyar kir ku ew helwesta Îtîlafê ku xwe wek muxalefeta Sûriyê bi nav kiriye, şermezar dikin û got:"Ew muxalefeteke neyînî ye û wek komek çeteyan ku armancên wan ew e ku axa sûriyê bifiroşe dewleta Tirk."

Ebas got:" Em wek partiyek siyasî mîna van kiryarên ku çeteyên Sûriyê di bin navê Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyê projeyên dewleta Tirk li ser hesabê pêkhateyên Sûriyê dike, şermezar dikin."

Ebas hemû rêbazên dagirkirin an berferkirina di axa Sûriyê de û helwesta hikumeta Şamê şermezar kir û ew bi lihevkirina bi dewleta Tirk re ku axa Sûriyê dagir bike tawanbar kir.

Mihemed Ebas di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku komployên dewleta Tirk her roj li Sûriyê zêde dibin û armanca wê ew e ku dagirkeriya xwe di axa Sûriyê de fereh bike.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_VbYWnMNZEU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>