​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Minbicê tankeke dagirkeriya Tirk li Catê rûxand

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê taneke dewleta Tirk a dagirker li gundê Catê ku hewl dida derbasî gundên di bin kontrola meclisê de bibe, rûxand.

​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Minbicê tankeke dagirkeriya Tirk li Catê rûxand
28 hezîran, 2021   18:05
MINBIC

Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyand ku şervanên wan tankeke girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Catê ku hewl dida derbasê gundên di parastina hêzên meclisê bibe, rûxandin.

Navendê destnîşan kir ku di encama topbarana dijwar a bi çekên giran ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, li dijî gundên şênî tê de hene şênî ji malên xwe ji ber derbeyên giran koçber dibin û gelek malên wan hatin rûxandin.

Heta niha topbarana bi çekên giran berdewam e.

(fr)

ANHA