Sersaxî ji malbata şehîd Şervîn re xwest

Ji malbata şervana YPJ'ê şehîd Şervîn Ebas (Şervîn Akîn) re sersaxî hate xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Şervîn re xwest
28 hezîran, 2021   13:41
QAMIŞLO

Ji bo şervanan Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Şervîn Ebas (Şervîn Akîn) ya ku dema erka xwe bi cih dianî li bajarê Dêrikê şehîd bûbû, konê sersaxiyê li gundê Gira Sorê Feqeh ê herêma Koçeratê hate vedan.

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê û hevalên şehîd Şervîn, şervanên YPG û YPJ'ê herikîn bin kon û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ubeyd sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku herêma Koçerat di oxira pêkanîna azadiyê û parastina welat de gelek zarokê xwe kirin feda.

Ji fermandarên YPJ'ê Viyan Zagros axivî û got: "Bila tevahî cîhan zanibe ku ew dê çar perçeyên Kurdistanê bi xwîna xwe rizgar bikin heta ku  bi aramî û jiyanek bi rûmet li ser xaka xwe ya dîrokî bijîn. Em li ser soza xwe ne heta armancên xwe bi cih bînin, berdêl çi dibe bila bibe em kêliyekê di fedekariya ji bo rûmeta gelê xwe de poşman nabin."

Bi navê Kongreya Star a Dêrikê Şadiya Yûsif axivî, dayikên şehîdan silav kir.

Bi navê malbata şehîd Şervîn, Qehreman Ebas soz da ew dê rêyê şehîdan bişopînin heta ku biserkevin.

Dayika şehîd Şervîn di bin konê sersaxiyê de, stra û got ew stranê diyarî keça xwe Şervîn dike. Piştî stranê dayikan tilîlî û siloganên dilsoziya bi şehîdan re avêtin.

Paşê wesîqeya şehadetê ya şehîd Şervîn hate xwendin û radedestî malbatê hate kirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HSotlSpuUx8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>