Dewleta Tirk nuqteyên hikumeta Şamê yên li Idlib û Hemayê topbaran kirin

Hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî nîvro nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên gundewarê Idlib û Hemayê topbaran kirin.

Dewleta Tirk nuqteyên hikumeta Şamê yên li Idlib û Hemayê topbaran kirin
28 hezîran, 2021   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê "Odeya Çalakiyên El-Fetih El-Mubîn" piştî nîvro nuqeyên hêzên hikumeta Şamê yên li Meiseran, Cibala, Melace, baregeha Zeytûne, daristanana Kefer Nibul, Meret Hermê yên li başûrê Idlibê, baregeha Corîn, Hakore, Menare yên li Sehil El-Xab ên bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin. Li gorî agahiyan ji ber topbaranê ziyanên canî û madî hene.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê herêmên Kensefre, Bara û Erîha yên gundewarê başûrê Idlibê, Xirbet Naqos ên Sehil El-Xab ên bakurê rojayê Hemayê topbaran kirin.

SOHR’ê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê herêmên Riweyha û Bara yên li başûrê Idlibê topbaran kirin ku di Bara de nuqteya hêzên dewleta Tirk a dagirker heye. Di encama topbaranan de zirarên madî çêbûn, lê tu agahî li ser ziyanên canî tune ne.

Li gel wê jî hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran derdora Sehil El-Xab ê bakurê rojavayê Hemayê topbaran kir.

(fr)