Blinken: Divê endamên Koalîsyonê welatiyên xwe yên DAIŞ'î vegerînin

Wezîrê karên derve yê DYA'yê Antony Blinken li Romayê di civîna Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê de ji hevalbendên xwe xwest ku welatiyên xwe yên DAIŞ'î yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  vegerînin.

Blinken: Divê endamên Koalîsyonê welatiyên xwe yên DAIŞ'î vegerînin
28 hezîran, 2021   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Antony Blinken li Romayê di civînê de got: "Ev rewş ne ya domdar e. Heta bi hetayê bi vî rengî dewam nake. DYA bang li hevalbendên xwe yên endamên koalîsyonê û hemû welatan dike ku welatiyên xwe vegerînin, rehabîlîte bikin û ger pêwîstî pê hebe lêpirsîn bikin.”

Herî zêde Fransa û Brîtanya ku hevalbendên herî nêz ên DYA'yê ne, li ber vê banga DYA'yê radibin.

Blinken pesnê Îtalyayê da ku DAIŞ'î wergirtin û hewldanên welatên Asyaya Navîn mîna Kirxizistanê jî bi erênî wesifandin. Li gorî Blinken Kirxizistanê 600 DAIŞ'î û malbatên wan tev li bernameyên rehabîlîtasyonê kirine.

Li gorî raporeke Rêxistina Şopandinê ya Mafên Mirovan, li 2 kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 63 hezar jin û zarokên DAIŞ'î hene.