Çavkaniyên taybet rastiya qaşo "Operasyona ewlehiyê" li Serêkaniyê eşkere kir

Çavkaniyên taybet ji Serêkaniyê ji ajansa me re ragihand ku dewleta Tirk hemleyek girtinê di bin navê qaşo "opersyona ewlehiyê" de li bajêr dest pê kir. Her wiha piştrast kir ku ev operasyon bi armanca veşartina nakokiyên çeteyan e.

Çavkaniyên taybet rastiya qaşo "Operasyona ewlehiyê" li Serêkaniyê eşkere kir
Çavkaniyên taybet rastiya qaşo "Operasyona ewlehiyê" li Serêkaniyê eşkere kir
Çavkaniyên taybet rastiya qaşo "Operasyona ewlehiyê" li Serêkaniyê eşkere kir
Çavkaniyên taybet rastiya qaşo "Operasyona ewlehiyê" li Serêkaniyê eşkere kir
28 hezîran, 2021   11:39
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî heman çavkanî, dewleta Tirk û çeteyên "Polîsên leşkerî" di 24'ê vê mehê de hemleyek girtinê di bin navê "opersyona ewlehiyê" de li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî dest pê kir.

Çavkanî diyar kir ku armanca vê operasyonê ew e ku sûc û nakokiyên di navbera komên çete de werin veşartin.

Roj bi roj, belgeyên hebûna DAIŞ`ê li herêmên dagirkirî di bin navê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" de derdikevin holê.

(dm)

ANHA