El-Kazimî êrişên li ser baregehên Îranê şermezar kir

Serokwezîrê Iraqê Mustefa El-Kazimî îro derbeyên hewayî yên Amerîkayê li dijî navendên girêdayî Îranê li ser sînorê Sûriyê şermezar kir û got, ev yek binpêkirina serokatiyê ye.

El-Kazimî êrişên li ser baregehên Îranê şermezar kir
28 hezîran, 2021   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Mustefa El-Kazimî îro derbeyên Amerîka li dijî komên iraqî ku destekê ji Îranê digrin şermezar kir û got ew binpêkirineke ber bi çav ji serokatiya Iraqê re ye. Mustefa El-Kazimî di daxuyaniya ku ji aliyê nivîsgeha wî ve hate weşandin wiha got: "Iraq red dike ku bibe qada hesabxwestinê."

El-Kazimî banga rawestandinê û dûrketina ji hemû cûreyên şer, kir.

Her wiha berdevkê Fermandarê Giştî Lîwa Yehiya Resûl jî di daxuyaniyeke çapemenî de wiha axivî: "Em êrişa hewayî ya Amerîkayê ku duh li dijî baregeheke li ser sînorê Iraq – Sûriyê hate kirin, şermezar dikin. Ew weke binpêkirineke ber bi çav ji serokatiya Iraqê û ewleheiya niştîmanî ya Iraqê re ye."

(bx)