​​​​​​​Erdal Kobanê: Bi hêz û piştgiriya gel, em li dijî dagirkeriyê bi ser dikevin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di hefteya borî de êrişên xwe yên li ser gundên rojavayê Girê Spî zêde kirin ku sivîl lê dimînin. Fermandên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî got: "Dagirker hewl dide gundan vala bike da ku dagirkeriya xwe fireh bike. Lê bi saya piştevaniya gel em ê bi ser kevin."

​​​​​​​Erdal Kobanê: Bi hêz û piştgiriya gel, em li dijî dagirkeriyê bi ser dikevin
28 hezîran, 2021   00:38
EYN ÎSA-DICLE EHMED

Di hefteya dawî de li dijî gundewarên rojavayê Girê Spî yê dagirkirî êrişên dijwar ên dagirkeriyê hebûn, bi wê re dagirkeriyê bi çekên giran, hawin, obus, tank û doçka gundên tê de sivîl hene topbaran kirin.

Gundên hatine topbarankirin wiha ne; Leqlaqo, Zenûbiya, Erîda, Ferîan, Sewan, Bîr Zinar, Xirbet Beqer, Kêçiqran, Selîbî, Korik, Kopirlik, Bîrkêtik, Evdiko, Qizelî, depoyên Qezelî, rêya M4 û hin gundên Eyna Îsayê.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî yên li eniyên şer ên kantona Girê Spî Erdal Kobanê wiha got: "Piştî zêdetirî du mehan ji aramiyeke nisbî li eniyên kantona Girê Spî hebû, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji hefteyekê ve bi çekên giran û sivik êrişî gundewarên rojaveyê Girê Spî kirin, da ku tirsê bixin dilên şêniyan, gundan vala bikin û dagir bikin."

Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên dijwar ên li dijî gundên ku sivîl lê hene, armanc dike ku bi piştevaniya balafirên keşfê û çekên xwe qada dagirkeriya xwe ya berfireh bike û got: "Artêşa Tirk û çeteyên wê ji baregehên xwe yên leşkerî yên li seranserî rêya M4 a Eyn Îsa û gundewarên rojavayê Girê Spî êriş dikin. Ji bilî wê jî fişarê li sivîlên gundên dagirkirî dikin da ku bi darê zorê ji gundên derkevin û wan gundan vegerînin baregehên leşkerî, mîna gundê Nasiriyê yên nêzî bajarokê Şirgirak."

‛ MECLISA LEŞKERÎ YA GIRÊ SPÎ BERSIVA ÊRIŞAN DIDE’

Erdal Kobanê di vê çarçoveyê de wiha axivî: "Dewleta Tirk bi rêya êrişên li dijî sivîlan siyaseta koçberkirinê dide meşandin û fişarê li QSD’ê û Meclisa Leşkerî ya Girê Spî dike ji xendekên xwe vekişin û vîna wan bişikîne. Lê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî di çarçoveya parastina rewa de xak û gelê xwe diparêzin, bi taybet piştî ku dewleta Tirk a dagirker peymana agirbestî ya 2019’an hatiye îmzekirin, bin pê kir."

Erdal Kobanê destnîşan kir ku ew şêniyên Girê Spî mafên wan ên parastina xak, bajar û gelê xwe hene û wiha pê de çû: "Piştî şênî hatin hedefgirtin û gelek birîndar bûn, mafên me yên parastina rewa heye ku bersiva jêdera topbaranê bidin. Me baregeha leşkerî û erebeya doçka li ser rûxandin, gelek endamên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn."

Der barê tevgerên çeteyan û avakirina baregehên leşkerî de Erdal Kobanê wiha anî ziman: "Di vê dema dawî de tevgerên çeteyan zêde bûne, hin gundên ku berê dagir kiribûn û şêniyên wê da koçberkirin vegerandin baregehên leşkerî, da ku herêmê bi awayekî berfireh kontorl bikin û tevgerên sivîlan li aliyê hember baregehên wan bi taybet li ser rêya M4 asteng bikin. Li wan gundan malbatên çeteyan bi cih dikin û demografiya herêmê diguherin."

‛ARMANC KOÇBERKIRINA ŞÊNIYAN E Û MECLISA LEŞKERÎ DI BERXWEDANÊ DE BI ISRAR E'

Erdal Kobanê îşaret bi armanca dewleta Tirk a dagirker kir û got ew hewl dide gundên bi ser eniyên şer ve vala bike, da ku bi hêsanî dagir bike.

Kobanê diyar kir ku çiqas dagirkerî bi tundî êrişî sivîlan bike, gavekê bi paş ve naavêjin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Israr, vîn û berxwedana şêniyên me yên li gundewarên rovayê Girê Spî bilind bûye û asta têkoşîna xwe li hember dagirkeriyê bilind kirin û li gel hêzên xwe yên ku parastina xak û gel dikin di yek xendekê de şer dikin."

Kobanê da zanîn ku Meclisa Leşkerî ya Girê Spî hêza xwe ji piştgirî, israr, vîn û moralên gelê xwe yê berxwedêr digire û li hember dagirkerî û çeteyên wê serkeftinê bi dest dixin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Erdal Kobanê wiha gotina xwe bi dawî kir: "Gel qirêjî û siyaseta xapandinê ya ku dewleta Tirk a dagirker dimeşîne, nas kiriye, ji lew re çiqas top û moşek bi ser wê de bibarîne, ew ji cihên xwe dernakevin. Her wiha hêzên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî soz dide gel ku berdêl çi dibe bila bide ew ê parastina wan bikin û bi piştevaniya wan dê li dijî dagirkeriya Tirk bi ser bikevin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7a0lun9G71I" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>