ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-06-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-06-2021'AN
27 hezîran, 2021   23:00

- Şêniyên Dêrikê û herêma koçeratê sersaxiyê ji malbata şehîd Şervîn Ekin re dixwazin. Sersaxî li gundê Girê Sorê Feqe tê qebûlkirin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên Ereb ên navçeya Sirînê got: "Divê em bi Rêveberiya Xweser re bibin yek da ku xeteriyên li derdora me bi dawî bikin. Divê gel li dijî kesên hewl didin herêmê ber bi wêrankirinê ve bikişînin bisekinin, ji ber tu ferq di navbera Ereb, Kurd û Tirkmen de tune ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di hefteya borî de êrişên xwe yên li ser gundên rojavayê Girê Spî ku sivîl lê dimînin zêde kirin. Fermandên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî got: "Dagirker hewl dide gundan vala bike da ku dagirkeriya xwe fireh bike. Lê bi saya piştevaniya gel em ê bi ser kevin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Mexmûrê bang li şêniyên Başûrê Kurdistanê kir ku li hember planên dewleta Tirk serî hildin û got bêdengiya NY û PDK`ê êrişên dewleta Tirk ên li ser wargeha Mexmûrê rewa dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Hikumeta Şamê di çend mehên dawîn de hewl da gelek qanûnan derxe. Armanca hemûyan jî zêdekirina bacan li ser gel e. Ev yek nîşaneya zêdebûna tengasiya aborî ye ku ji dema ferzkirina Qanûna Qeyser ve dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Riyad Derar diyar kir ku di civînên Romayê de dê misogeriya gihandina alîkariyan ji tevahî gelê Sûriyê re, vekirina dergehan an jî dîtina alternatîfan werin nîqaşkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Cara yekemîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werzîşa hilkişandinê tê lidarxistin. Bi dehan zarok û ciwan ji kluba Cûdî ya girêdayî Yekitiya Werzîşê ya bajarê Rimêlan a herêma Cizîrê tev lê bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber kêmbûna rêjeya ava Firatê, pompeyên avê nayên xebitandin, di encamê de gefan li erdên çandiniyê yên rojhilatê gundewarê Dêrazorê dixwe û jiyana niştecihên ku ava xwe ya vexwarinê ji çem werdigirin û erdên xwe jî pê av didin, dixe xeteriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA