Nûran Sezgîn: Bêdengî êrişên li ser Wargeha Mexmûrê rewa dike

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Mexmûrê bang li şêniyên Başûrê Kurdistanê kir ku li hember planên dewleta Tirk serî hildin û got bêdengiya NY û PDK`ê êrişên dewleta Tirk ên li ser wargeha Mexmûrê rewa dikin. 

Nûran Sezgîn: Bêdengî êrişên li ser Wargeha Mexmûrê rewa dike
28 hezîran, 2021   01:55
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsana borî ve di aliyê bejahî û hewayî de êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên li Başûrê Kurdistanê dike, her wiha di 5`ê Hezîranê de Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku bi hezeran sivîlên penaber tê de dijîn, bombebaran kir.

Gelê Mexmûrê ku red kir serî bitewîne, ji sala 1994`an ve û heta roja îro di kampê de û tevî ku dikeve bin sîwana Komseriya Karê û Barên Penaberan NY`yê jî rastî êrişên dewleta Tirk û astengiyên ji aliyê PDK`ê ve ku hevalbendê dewleta Tirk e, tê.

Li gorî çavdêrên ku rewşa Kurdistanê dişopînin, armanca dewleta Tirk û PDK`ê ji êriş û dorpêçê ew e ku niştecihên Mexmûrê ji têkoşînê dûr bixin û îradeya wan bişikînin.

Têkildarî mijarê endama Meclisa Îştar a Mexmûrê Nûran Sezgîn ji ANHA`yê re diyar kir ku tevî ku Wargeha Mexmûr dikeve bin sîwana NY`yê lê ew rastî êrişên dewleta Tirk tê.

Nûran Sezgîn got: "Wek tê naskirin gelê Mexmûrê gelekî têkoşer û şoreşger e. Teslîmkarî û binpêkirin red kir. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk û hevalbenda wê PDK`ê êrişî wan dikin."

Komseriya Bilind a NY`yê di asta yekemîn de berpirsa êrişên li dijî gelê Mexmûrê û parastina wan e. Di vê derbarê de Nûran ev tişt got: "Ji sala 2015`an ve ku UN tu erkên ku dikeve ser milê der barê êrişên dewleta Tirk û hedefgirtina wargehê de pêk neaniye. Êriş xeteriyeke mezin li ser şêniyan bi giştî çêdike nexasim jin û zarok. Ji ber wê jî divê helwesta xwe ji êrişan diyar bike."

Nûran Sezgîn wiha domand: "Divê NY çiraya kesk nede dewleta Tirk a dagirker da ku êrişan pêk bîne. Êriş xeteriyê li ser tevahî gelê Başûrê Kurdistanê, çêdike. Dewleta Tirk a faşîst dibîne ku mafê wê heye baregehên leşkerî ava bike û gundewarên Başûrê Kurdistanê bike hedef da ku guhertina demografî pêk bîne weke herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û ne dûre ku dewleta Tirk dagirkeriyê bi binpêkirina mafê şêniyên başûr weke herêmên ku dagir kiriye, pêk bîne."

Nûran Sezgîn di axaftina xwe de bang li şêniyên Başûrê Kurdistanê kir ku vê pêvajoya hesas û planên AKP`ê yên dagirkiriyê nas bikin û li hember dewleta Tirk serî hildin, ji bêdengiya xwe ya li ser êrişan derkevin, her wiha bang li wan kir ku bi gelê Mexmûrê re bisekinin.

Nûran Sezgîn destnîşan kir ku bêdengiya şêniyên Başûr dihêle ku êrişên dewleta Tirk berfireh bibin û derfetê çêdike ku êrişî hemû şêniyan û herêmên Başûrê Kurdistanê bike ji ber êriş ne tenê li ser wargehê ne lê belê li ser tevahî herêmê ne.

'GERÎLA XAKA KURDISTANÊ PARAST'

Dema ku hêzên Iraqê û pêşmergeyên PDK`ê di Tebaxa 2014`an de li hemberî êrişên DAIŞ’ê dev ji Şengalê berda, hêzên HPG`ê û YJA`yê bi hawara êzidiyan de hatin û ew parastin.

Nûran Sezgîn diyar kir ku ji beriya dehê salan ve ku gerîlayên HPG`ê li çiyayên Kurdistanê parastina gelê xwe dikin, parastina xaka xwe dikin wek ku çawa parastsina Şengalê ji destê çeteyên DAIŞ`ê kir û ev tişt anî ziman: "Gerîla li ber xwe didin. Divê em bi wan re bisekinin da ku dagirkeriyê û planên wan ên dagirkeriyê li ser parçeyê Kurdistanê, têk bibe. Divê hikûmeta PDK`ê baş zanibe ku êriş ne tenê li ser wargehê ne, lê belê li ser tevahî herêmên Başûrê Kurdistanê."

Di dawiyê de Nûran Sezgîn piştrast kir ku armanca dewleta Tirk ew e ku gelên herêmê tune bike, hemû destkefiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin, têk bibe û rûbera dagirkeriya xwe berfireh bike. Ji ber wê jî divê hêzên pêşmerge bi gerîlayên HPG`ê re bisekinin da ku şerê navxweyî çênebe û siyasetên dagirkeriyê têk bibin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4WDPAhOw9e0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>