Kesên nenas hewl da serokê Yekitiya Cotkaran a Reqayê qetil bikin

Kesên nenas gule li serokê Yekitiya Cotkaran a Reqayê Mihemed El-Silim reşandin. Di encamê de El-Silim birîndar bû.

Kesên nenas hewl da serokê Yekitiya Cotkaran a Reqayê qetil bikin
27 hezîran, 2021   08:15
REQA

Vê sibehê kesên nenas ku li motorsîklêtekî siwar bûbûn, hewl da serokê Yekitiya Cotkaran a Reqayê Mihemed El-Silim li nêzî kargeha Qermît qetil bikin.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku di encamê de, El-Silim birîndar bûye. Hate zanîn ku rewşa El-Silim baş e.

Hêzên ewlehiyê têkildarî bûyerê dest bi lêpirsînê kir.

(dm)

ANHA