Endamên Meclisa Efrînê tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar kir

Endamên Meclisa Efrînê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan, bêdengiya rêxistinên mirovahî li ser xetereya li ser jiyana girtiyên ku di zindanên dewleta Tirk de ku ketine greva birçîbûnê, şermezar kirin.

Endamên Meclisa Efrînê tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar kir
27 hezîran, 2021   08:02
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk ve hatiya ferzkirin, hê jî berdewam e.

Têkildarî mijarê, endamên meclisê tecrîd û bêdengiya navnetewyî şermezar kir. Endamê meclisê Mehmûd Reşîd di destpêka axaftina xwe de rêber Abdullah Ocalan, tevahî hevalên ku di zindanên dewleta Tirk de ketine gerava birçîbûnê û hemû têkoşerên ku azadiya rêber Abdullah Ocalan dixwazin, silav kir.

Reşîd diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan armanc jê ew e ku vîna gelên azadîxwaz û şopdarên rêya rêber Ocalan bişikînin, tevî ku grevên birçîbûnê ket roja 109'an lê belê rêxistinên navnetewyî tu helwest li dijî sûcên dewleta Tirk ên li girtîgehan, nîşan nedaye.

Reşîd helwestên rêxistinên mirovî û hiqûqî şermezar kir û got: “Em rola rêxistinên mirovahî der barê rêber Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê de şermezar dikin û bang li wan rêxistinan dikin ku erka xwe ya exlaqî û mirovî bi cih bînin.”

‘PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK ÇARESERIYA ALOZIYA SÛRIYÊ Û ROJHILATA NAVÎN E’

Endama Meclisa Efrînê Xatûn Sultan got: “Ev 11 sal e aloziya Sûriye berdewam e, hê jî gel rastî astengî û koçberkirinê tê. Bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aram dijîn."

Xatûn diyar kir ku ew tu însiyatîfên ji bo çareseriya aloziya Rojhilata Navîn nabînin ji ber ku dewletên kapîtalîst ên serwer dixwazin aloziyê dirêj bikin da ku zêdetir herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin û wiha dewam kir: “Dewletên kapîtalîst tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan ku projeya neteweya demokratîk pêşniyar kir, zêde dikin."

Endamê meclisa Efrînê Hisnî Necar jî destnîşan kir ku projeya ku rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye, projeya biratiya gelan ne, dewleta Tirk û dewletên hevkarên wê ji vê projeyê ditirsin û êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yek ji hewldanên tunekirina vê fikirê ye. Lê belê daxwazên wan pêk nayên û ev fikir dê bimîne û nifşên pêşerojê dê bişopînin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/y3HzX5mQ6uc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>