Dewleta Tirk bi balafirên şer gundên Şêxanê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker cara yekemîn e ku gundên girêdayî navçeya Şêxanê yên Deşeta Nînowayê bombebaran dike.

Dewleta Tirk bi balafirên şer gundên Şêxanê bombebaran kir
27 hezîran, 2021   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN 

Balafirên şer ên Tirk, şevê din gundên girêdayî navçeya Şêxan a deşta Nînowayê ku dikeve ser parêzgeha Dihokê bombebaran kirin.

Li gorî medyaya Iraqê, êrîş li dijî gundên Şêxanê û çiyayê Xêrê pêk hatiye.

Cara yekemîn e ku ev herêm ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve tê bombebaran kirin û beşek zêde ya niştecihên Şêxanê jî Êzîdî ne.

Di derbarê ziyanan de tu agahiyên zelal tune ne..