Civînên Koalîsyona Navneteweyî û Koma Biçûk… dosyayên mezin û stratejiyeke nediyar

Di çend rojên bê de dê Koalîsyona Navneteweyî bi mijara şerê li dijî DAIŞ'ê civînekê li dar bixe. Li aliyekî din dê Koma Navneteweyî ya Biçûk der barê Sûriyê de civînekê li dar bixe. Tê gotin ku mijara sereke ya civînê deriyên sînor e.

Civînên Koalîsyona Navneteweyî û Koma Biçûk… dosyayên mezin û stratejiyeke nediyar
Civînên Koalîsyona Navneteweyî û Koma Biçûk… dosyayên mezin û stratejiyeke nediyar
Civînên Koalîsyona Navneteweyî û Koma Biçûk… dosyayên mezin û stratejiyeke nediyar
Civînên Koalîsyona Navneteweyî û Koma Biçûk… dosyayên mezin û stratejiyeke nediyar
Civînên Koalîsyona Navneteweyî û Koma Biçûk… dosyayên mezin û stratejiyeke nediyar
27 hezîran, 2021   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHA EL-HEBÎB

DYA dê civîna taybet bi Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê bi rê ve bibe ku dê di 28’ê Hezîranê de li paytexta Îtalyayê Romayê bi beşdariya dewletên mezin ên têkildarî dosyaya Sûriyê were lidarxistin.

Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê beriya çend rojan diyar kir ku dê civîna taybet a Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê li welatê xwe li dar bixe. Di civînê de dê wezîrên karên derve yên "Koma Biçûk" beşdar bin, ku ji DYA, Brîtanya, Almanya, Fransa, Erebistana Siûdî, Misir û Urdinê pêk tê. Civîn dê ji aliyê wezîrê karên derve yê DYA'yê Anthony Blinken ve were birêvebirin.

Li gorî rojnameya Şerq El-Ewset, Washington dê di navbera civîna Koalîsyona Navneteweyî de civînekê der barê Sûriyê de li dar bixe û vexwendnameyên ji bo civînê zêde kirin. Wezareta karên derve "7 wezîrên payebilind" û "Koma Biçûk", dewleta Tirk û Qeterê yên ku bi rola xwe ya neyênî li Sûriyê û tevahî herêmê tên nasîn, dê amade bin.

Rojnameyê destnîşan kir ku nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen dê beşdarî civînê bibe da ku pêşniyaran pêşkêş bike, pêşniyara yekemîn; avakirina koma neteweyî-herêmî ji endamên daîm ên Konseya Ewlehiyê ya NY’yê da ku dosyaya Sûriyê nîqaş bikin, pêşniyara duyemîn jî nêzîkirina nêrînên Rûsya û DYA’yê li ser Sûriyê ye.

DÊ DI HER DU CIVÎNAN DE ÇI WERIN NÎQAŞKIRIN?

Akademisyen û muxalifa sûrî ya li DYA’yê demîne, Mereh El-Bîqaî wiha got: "Civîna li Îtalyayê, civîna ji bo lêkolînkirina mijara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ye ku dewletên koalîsyonê bi serkêşiya DYA’yê li dijî DAIŞ’ê têk dikoşin, li gel wê jî dê civînek li ser Sûriyê jî li dar keve."

Mereh El-Bîqaî wiha domand: "Dê di civînê de mijarên ku di lûtkeya Pûtîn û Biden de ku bi sedema hin mijarên lezgîn nehatine nîqaşkirin, werin nîqaşkirin û dê mijara dergehan were nîqaşkirin."

Mereh El-Bîqaî wiha berdewam kir: "Dê 4 dergeh di nav de dergehê Yerûbiyê yê  li rojhilatê Firatê û rewşa ewlehî bi giştî werin nîqaşkirin. Her wiha dê derxistina malbatên DAIŞ’ê ji kampa Holê û vegerandina wan li cihên wan ên resen bi ewayekî fireh werin nîqaşkirin, ji ber piranî wan hemwelatiyên ewropî ne."

Der heqê ku ji vê komê çi tê xwestin de, Mereh El-Bîqaî ev nirxand kir: "Piştî DAIŞ’ê ji aliyê meydanî ve têk çû, dê formeke ewlehî ji bo herêmê were dîtin. Lê belê hin bandorên wê hene ku girêdayî tevnên civakî ne. Divê hemleyeke mezin çêbibe ku tevahî hemleyên wan ên li ser tevnên civakî û çapemeniya taybet ên bi hewldana leşkerkirina endamên nû li tevahî cîhanê rawestînin."

Mereh El-Bîqaî diyar kir ku divê tevahî rêbazên tevnên civakî werin rawestandin, da ku DAIŞ û tevahî rêxistinên terorî endamên nû zêde nekin û propagandayên wan ên bala hin ciwanên li cîhanê dikişîne, rawestin.

Der barê berfirehkirina xeleka beşdaran li civîna Koma Biçûk de, Merehe El-Bîqaî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gorî vexwendina hin dewletên diyar ji civînê re, pêwîst e tevahî dewletên têkildarî dosyaya Sûriyê û dosya van komên heyî bi taybet dewleta Tirk werin vexwendin, ji ber sînorê dewleta Tirk bi Sûriyê re dirêj e û bi dîsplîkirina van sînoran tevgerên endamên terorê radiwestin."

‛TEVGERA NAVNETEWEYÎ BEHSA CEWHERA KRÎZA SÛRIYÊ NAKE’

Akademisyen û muxalifa sûrî di axaftina xwe de behsa tevgera navneteweyî ya dawî ya li gorî dosyaya Sûriyê kir û wiha got: "Tevgera navneteweyî ji bo dosyaya Sûriyê pir hêdî dimeşe û ev têrê nake û dest danîne ser cewhera pirsgirêkê. Behsa krîza Sûriyê tê kirin, lê bi cewherî nayê behskirin. Ji ber girêka Sûriyê tenê bi rêya veguhastina siyasî di bin sîwana biryara navneteweyî ya bi jimareya 2254’an de pêkan e."

Mereh El-Bîqaî da zanîn ku divê tevahî dewletên têkildarî dosyaya Sûriyê hewl bidin biryara 2254’an bi lez pêk were, da ku jiyana xwezayî li Sûriyê vegere, nexasim di hundirê Sûriyê de azarên aborî yên mezin bi sedema dorpêçê û DYA’yê dorpêçê ranake madem ku hikumeta Şamê serhişkiyan dike.

Tê payîn ku di civîna taybet bi Koalîsyona Navneteweyî de 83 dewlet beşdar bibin, li gel wê jî wezîrê karên derve yê Amerîkayê civînekê li Ewropayê pêk tîne, ku rêbazên têkçûna dawî ya DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê tê lêkolînkirin.

Tevî xebata Koalîsyona Navnetweyî ya li dijî DAIŞ’ê ya bi salan, lê DAIŞ’ê hîna jî li aktîfkirina çalakiyên xwe digire, her wiha doza girtiyên DAIŞ’ê yên biyanî yên li gel QSD’ê heye, li aliyekî din jî kampa Holê ya xetertirîn kampên li cîhanê heye.

Di 22’yê vê mehê de, çeteyên DAIŞ’ê peyamek ji tevahî endamên xwe yên li hemû cîhanê re şand û peyama qeydkirî ya ku berdevkê bi navê Ebû Hemze El-Qirşî daye, li ser dikeya çeteyan (Telegram) hat belavkirin.

Serçete peyam ji çeteyên biyanî yên li gel QSD’ê û hêzên Iraqê girtî ne, şand û bang li wan kir ku ew xebata ji bo derketina wan dikin.

‛DAIŞ XWE JI NÛ VE BI CIH DIKE’

Têkildarî wê, pisporê komên îslamî Mistefa Emîn wiha got: "Heke me cihê DAIŞ’ê di vê demê de nirxand, em ê bibînin ku DAIŞ di 2018 û 2019’an de di derengmayînê de bû û hewl dida bi rêya êrişan xwe bi cih bike, lê bi destpêka 2020’an de bandoreke wê ya girîng ji bo jinûve rêxistinkirin û bicihbûna li erdnîgariyeke nû û xweberfirehkirinê de hebû."

Emîn wiha domand: "Me ev tişt li naverast û rojavayê Afrîkayê dît. DAIŞ li van herêman hema bêje serwer e, her wiha li herêmên naverasta Asyayê, di serî de li Pakistan, Afganistanê yan jî herêma Xorasan serwer e û derbeyên biêş li van herêman dide û hevrikekî xurt ji hêzên herêmê re ye, çi Talîban dibe yan jî El-Qaîde yan jî heta hikutmên van dewletan û artêşên wan."

Emîn anî ziman ku DAIŞ’ê hebûna xwe li Sûriyê û Iraqê bi rêya çêkirina şane, komên biçûk û derbekirina QSD’ê, hikumeta Şamê û gelek herêmên Iraqê, parast, DAIŞ’ê da ku çeteyên xwe eşkere neke û xwe Ii gelek erdnîgariyên nû fireh bike, bi dizî dixebitî.

XEMSARIYA CIVAKA NAVNETEWEYÎ

Girêdayî rewşa ku ji bo vegera aktîfbûna DAIŞ’ê  bûye alîkar, Emîn ev nirxand kir:" Yê ku hiştiye DAIŞ’ê ji nû ve êrişan pêk bîne, sistbûn û xemsariya civaka navneteweyî ya li hemberî wê ye, her wiha li gel wê jî tu stratejiyeke eşkere piştî hilweşîna DAIŞ’ê ji aliyê erdnîgarî ve nehat danîne, wê jî hişt ku ev rêxistin careke din vegere. Bi wê re li gelek herêmên cîhanê DAIŞ’ê derdikeve. Ev yek jî di rêbazê axaftina Ebû Hemze El-Qirşî yê berdevkê rêxistinê û banga wî ya bilindkirina kiryarên terorîstî yên girêdayî hedefgirtina dozgeran de eşkere dibe, li gel jî El-Qirşî soz da ku ew hewl didin girtiyên DAIŞ’ê yên li herêmên Sûriyê derxin û fermandarên leşkerî li bajarên mezin hedef bigirin û xwe li herêmên naverast û rojavayê Afrîkayê berfireh bikin."

‛ÇETEYÊN BIYANÎ YÊN LI GEL QSD’Ê GIRTÎ, BOMBEYEKE EYARKIRÎ NE’

Li ser xetereya çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî yên li gel QSD’ê Emîn wiha anî ziman: "Ew çete bombeya eyarkirî ne û banga ji hêla Ebû Hemze El-Qirşî ji şaneyên heyî û çeteyên girtî re ku dê wan derxin, eşkere bû. Lê heke ev çete hatin derxistin, dê pêlên bênavber ên sûcên terorê li hundirê bajar û gundên Sûriyê û Iraqê çêbibin û dê derkevin Ewropa jî. Hemwelatîbûna piranî çeteyan ji wan hatine kişandin û êdî bê cih û bê welat in, bi wê re xema wan a bingehîn jinûve rêxistinkirin e û bicihbûna li hundirê rêxistinê ye."

Emîn diyar kir ku ger DAIŞ di derxistina çeteyên xwe de bi ser ket dê karesateke mezin li Sûriyê û Iraq bi taybet çêbibe û li cîhanê jî û wiha dewam kir:"Ji ber ev piranî serçete beriya ku DAIŞ ji aliyê erdnîgarî ve hilweşe di cihên rêveberiya navnedî de bûn, ew di qetilkirin, sûcên terorîstî  çi bombekirina erebeyan yan jî plankirina desteserkirina gund an jî bajar an jî danîne stratejiyên girêdayî aboriyê de pispor bûn, lê heke werin berdan an jî derxistin xetereyên wan mezin e, ev krîzeke mezin û bombeyeke zexim e."

‛STRATEJIYÊN NAVNETEWEYÎ NE EŞKERE NE’

Li ser civaka navneteweyî, Mistefa Emîn wiha axivî: "Civaka navneteweyî xemsar û sist e û bi awayekî mezin bû alîkariya ji nû ve vegera rêxistinê, ji ber ku civaka navnetweyî li hember danîna stratejiyeke eşkere ji bo DAIŞ’ê lawaz e. Nedanîna mekanîzmeyên qanûnî yên diyarker ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê, xebata beşî bi rêya hin dewletên dan û standina bi aloziya çeteyên biyanî re dikin û redkirina wê ji bo vegerandina çeteyan û darizandina li ser xakên wan, dê barekî mezin li ser civaka navneteweyî çêke û heke berdewam bibe dê DAIŞ’ê mezin û fireh bibe."

Pisporê komên îslamî Mistefa Emîn wiha gotina xwe bi dawî kir: "Avakirina dadgeheke navneteweyî li bakurê Sûriyê, pişniyareke pir gewre ye, lê belê dê ev çeteyên ku bi hezaran e dê bixin kîjan girtîhan, ji bilî vegera wan li welatên wan û darizandina li wir tu çare tune ye."

(fr)

ANHA