​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kesên din ji ber koronayê mirin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kesên din bi vîrusa Koronayê mirine û 25 kesên din bi vîrusê ketine.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kesên din ji ber koronayê mirin
25 hezîran, 2021   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa got, kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane mêr û jinek ji Hesekê ne û mêrek ji Dêrikê û yê din  jî ji Amûdê ye.

Mistefa destnîşan kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 25 kesên din bi COVID-19 ketine; 13 mêr in û 12 jin in. Nexweş li van herêman e:

Hesekê: 5

Qamişlo: 2

Dêrikê: 1

Kobanê: 4

Reqa: 5

Tebqa: 3

Minbic: 4

Kampa Holê: 1

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir  ku 3 pêketiyên din ên vîrusa Koronayê baş bûne.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê gihişt 18 hezar û 460 kesan ,ji wan 765 mirine û hezar û 864 baş bûne.

 (eh)

ANHA