Di lûtkeya Ewropayê de dema cezayên aborî yên li ser Rûsyayê hate dirêjkirin

Serokên dewletan û hikumetên YE`yê di lûtketeya ku li Brukselê hate lidarxistin de, biryareke siyasî der barê dirêjkirina dema cezayên aborî yên li ser Rûsyayê hatine ferzkirin de girt û got ew ê nîvsalê dirêj bibe.

Di lûtkeya Ewropayê de dema cezayên aborî yên li ser Rûsyayê hate dirêjkirin
25 hezîran, 2021   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa "Tas" a Rûsyayê, di daxuyaniyeke şandeyeke dewleteke Ewropa ya di lûtkeya Konseya Ewropa de hate gotin: "Belê, dema nîqaşkirina doza Rûsyayê behsa doza pêkanîna peymana Misk a derbarê çareserkirina rageşiya li rojhilatê Ukranyayê de hate kirin. Her kes li hev kir ku  tu gavên cidî yên di vî warî de tune ne, berovajî wê di mehên dawî de li ser sînorê Rûsya Ukranyayê bûyerên ne di cih de qewimîn, ji lew re tu kesî dirêjkirina dema cezayên li dijî Rûsyayê red nekir ku ew jî 6 mehên din e."

YE`yê 2014`an ji ber bûyerên li Ukranyayê û îlhaqkirina Nîvgrava Cizîrê Qirim ji Rûsyayê re ceza li dijî Rûsyayê birî.

YE`yê têkdarî berfirehkirin û dirêjkirina dema cezayan a her sal biryar girt, diyalogên bi Rûsyayê re yên têkildarî sîstema îbtalkirina îmzekirina derbasbûnê sekinand, qedexeya derbasbûbna ji dewletên yekitiyê re li ser hejmareke rayedarên Rûs birî her wiha hesabên wan ên di bankên Ewropa jî cemidand û cezayên aborî, darayî û leşkerî birîn.

Rûsya bersiva vê yekê da û heman tedbîr ferz kir û anîna madeyên xwarinê ji dewletên YE`yê qedexe kir.

(eh)