​​​​​​​HRE`ê li dijî dagirkeriya Tirk rêzeçalakiyên xwe didomîne

​​​​​​​HRE`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efîn û herêmên cûda yên dagirkirî, rêzeçalakî li dar xistine û diyar kir ku di encama çalakiyan de, 7 leşker û çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.

​​​​​​​HRE`ê li dijî dagirkeriya Tirk rêzeçalakiyên xwe didomîne
25 hezîran, 2021   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya çalakiyên bersivdanê de li deverên cûda, rêzeçalakiyan didomînin.

Daxuyaniya HRE`ê wiha ye:

"Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê, çalakiyên bersivdayinê yên hêzên me berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, yekîneyên me li hember hejmarek hedefên li deverên cûda, rêzeçalakiyên bi bandor li dar xistin.

Di dîroka 19`ê Pûşperê de, yekîneyên me li Mar`ê li dijî baregehek leşkerî a artêşa dagirker a ku nû tê çêkirin çalakiyek pêk anî. Di encama çalakiyê de makîneyek kar hat îmhakirin, yek jî hat derbkirin. Her wiha leşkerek û personelek artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Di dîroka 20`ê pûşperê de hêzên me li Mar'ê kombûneke çeteyên ser bi artêşa dagirker ve hadef girt û bi awayekî bi bandor lê da. Di encama vê çalakiyê de erebeyek hate rûxandin û hejmarek ji endamên çeteyan hatin kuştin û birîndarkirin, lê belê hejmara wan nehate zelalkirin.

Di dîroka 20`ê Pûşperê de yekîneyên me li gundê Omersimo a girêdayî navçeya Şera çalakiyek serdegirtinê li hember koma çeteyan a bi navê Asîfêt El-Şemal pêk anî. Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû, baregeh û erebeyeke çeteyan jî hate rûxandin.

Di dîroka 24`ê Pûşperê de li hember komek çeteyên ku di çeperekê de kom bûbûn, li gunde Kefer Xoşer a ser bi navçeya Ezazê ve çalakiyek hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete hatin birîndarkirin û kozika ku çete tê de bûn bi temamî hate rûxandin.

Di encama çalakiyên hêzên me li navçeyên Mar'ê, Şera û Ezazê de, bi qasî ku hatiye tesbîtkirin leşkerek û personelek artêşa Tirk a dagirker û 5 çete hatin kuştin, 3 çete jî hatin birîndarkirin, her wiha 3 erebe û 2 çeper (baregeh) hatin rûxandin.