​​​​​​​Dîmenên çalakiyeke gerîla ya li Avaşînê

Gerîla TV dîmenên çalakiyeke gerîla ya li qada Kîlîse ya Avaşînê weşandin. Di çalakiyê de 3 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

​​​​​​​Dîmenên çalakiyeke gerîla ya li Avaşînê
25 hezîran, 2021   07:58
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê li ser çalakiyê ev agahî dabûn:

"20'ê Hezîranê saet di 09:30'an de li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên li qada Kîlîseyê li hev civiyabûn, çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Di heman demê de kamerayeke mobesse û dûrbînek bi tîpa teleskop jî hate îmhakirin."