Jineke Ereb fêrî zimanê kurdî bûye û dixwaze fêr bike

Heyat Siqûr jineke Ereb e û ji parêzgeha Laziqiyê ye. Heyat piştî ku Kurdan nas dike, çand û zimanê Kurdan pir bala wê dikişîne, ji ber wê yekê fêrî zimanê kurdî dibe û niha jî dixwaze zimanê kurdî fêr bike.

Jineke Ereb fêrî zimanê kurdî bûye û dixwaze fêr bike
25 hezîran, 2021   08:23
ŞEHBA/LÎNDE ŞÊX

Heyat Siqûr di sala 1973'yan de li gundê Hemra yê navçeya Qerdaha yê bajarê Laziqiyê ji dayik bûye. Li gundê Hemra mezin bûye û di sala 2001'an de li bajarê Helebê dibe mamoste.

Heyat  13 salan li dibistanên Helebê mamostetî kir, piştre wek mamoste li Efrînê hat erkdarkirin. Heyat li gundê Vêrgan ê navçeya Şera mamostetî kir.

Heyat Siqûr got: "Gava ez derbasî gund bûm, di têkilî û dan û standinan de min zehmetî kişand. Min têkildarî çanda kurdî û jiyana wan tiştek nizanibû."

Her wiha li Efrînê hewl da ku fêrî zimanê kurdî bibe û têgehên ku rojane têne bikaranîn hîn bibe, da ku bikare bi xwendekaran re bide û bistîne.

Piştî ku di sala 2014'an de bi hezaran kes ji Helebê ber bi kantona Efrînê ve koçber dibin, dibistan li Efrînê hatin girtin da ku koçer tê de bi cih bibin, ji ber vê yekê Heyat Siqûr karê xwe sekinand. Wê demê weke endama şaredariya Dêrsiwanê hate pêşniyarkirin û piştre jî bû Cîgira Hevserokatiya Meclisa Efrînê û çend salan tê de xebitî.

Dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî Efrînê kir û gelê wê koçber kir, Heyat Siqûr û malbata xwe koçberî navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê bûn.

Piştî demekê ku gelê Efrînê li Şehbayê dest bi jinûve avakirina komîn û meclis û bi rêxistinkirina pergala perwerde û xwendinê kir, Heyat vegerî karê mamostetiyê û li wir xwest ku dest bi xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bibe. Heyat Siqûr asta yekemîn û duyemîn a zimanê kurdî bi serkeftî qedandin û bi boneya Cejna Zimanê Kurdî ji aliyê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ve hat xelatkirin.

‘EZ HÊVÎ DIKIM KU BI ZIMANÊ KURDÎ XWENDEKARAN FÊR BIKIM`

Heyat Siqûr wiha got: "Min pir di derbarê Kurdan de dibihîst, lê min nizanî ew kî ne, li ku derê bi cih dibin û dijîn û çanda wan çawa ye. Piştî ku ez di nava wan jiyam, min pir ji vî gelî  hez kir, her wiha ez fêrî zimanê Kurdî ya devoka Efrînê jî bûm. Niha jî ez dixwazim fêrî zimanê Kurdî yê akedemîk bibim.

Heyat Siqûr bi xortekî ji gundê Vêrganê re zewicî û 5 zarokên wan çêbûn. Heyat wiha berdewam kir:" Ne ji ber ku hevjînê min Kurd e û divê zarokên min jî bi kurdî bizanibin, ez fêrî zimanê Kurdî dibim, lê belê ez dixwazim fêr bibim ji ber ku zimanê Kurdî bala min kişand û min jê hez kir, ez dixwazim fêr bibim û zarokan jî fêr bikim."

Heyat di dawiya axaftina xwe de, ji her jinekê hêvî kir ku xwesteka xwe ya fêrbûna ziman, çi qas biyanî be jî veneşêre û got: "Ziman çeka hemû endamên civakê ye."

Her wiha Heyat wiha got:" Ji ber ku hevjînê min Kurd e, zarokên me bi awayekî baş bi zimanê kurdî diaxivin, min hinekî zehmetî kişand, ji ber ku hinek têgehên akedemîk hene giran in, lê belê zarok û hevjînê min pir piştgiriya min kirin ku ez fêrî ziman bibim.  

Heyat Siqûr di dawiya axaftina xwe de ji hemû jinan xwest ku daxwazên xwe yên fêrbûna zimanan, di hundirê xwe de nehêlin û wiha bi dawî kir:" Ziman ji bo her kesekî/e di civakê de çekek e."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3ejVQoW_BZM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>