Di çalakiyên gerîla yên li Metînayê de 6 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li herêma Metînayê de 6 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Di çalakiyên gerîla yên li Metînayê de 6 leşker hatin kuştin
24 hezîran, 2021   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê têkildarî çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker agahî parve kirin.

HPG’ê di daxuyaniyê de wiha da zanîn: “24’ê Hezîranê saet 05:40’î li dijî dagirkerên li Girê Koordîne bicih bûbûn, ji du baskan ve bi çalakiyên veşartî hatin kirin. Baskê yekem; çeperek çeka A-4 a 2 dagirker lê bûn kirin hedef. Çepera A-4 hate rûcandin û 2 dagirker hatin cezakirin. Dîsa 2 dagirkerên li derdor xwe veşartibû, hêzên me ji nêz ve li wan da û ceza kir. Baskê duyemîmn jî; çepera çeka bombeatar lê û 2 dagiker lê bûn kirin hedef. Di encama lêdana xurt de, çeka bombeatar û çeper hate rûxandin û 2 dagirkerên li nav hatin cezakirin.

Di encama vê çalakiya serketî ya hêzên me de bi kêmanî 6 dagirker hatin cezakriin, 2 çeper 1 çeka A-4, çekek bombeatar hate rûxandin. Ev çalakî ji bo salvegera şehadeta hevrêya me Fermandara Fedayî Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) hatiye kirin.”

Di daxuyaniyê de der barê çalakiyên di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de’ ya li Avaşînê ev tişt hate diyarkirin: “Di 23’ê Hezîranê de saet di 19.10’an de li qada Girê Sor dagirkeran xwestine ber bi tunelên şer ve bi pêş ve werin. Hêzên me bi xurtî li van dagirkeran dane. Saet di 19.30’an de jî bi taktîka sabotajê li dagirkeran hatiye xistin. Hejmara dagirkerên hatine cezakirin û birîndarkirin, nehatiye zelalkirin. Saet di 20.10’an de dagirkeran dîsa xwestine ber bi çeperên şer ve werin lê dîsa li wan hatiye xistin. Bi îsabet li dagirkeran hatiye xistin, dagirker neçar mane qedemeyekê vekişin.

Di 24’ê Hezîranê de saet di 05.30’an de dagirkeran xwestine ber bi tunelên şer ve bi pêş ve werin, hêzên me dîsa ji nêz ve li wan dane. Dagirkerên ku derb xwarine neçar mane, qedemeyekê vekişin.”

HPG’ê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin û wiha lê zêde kir: “Di 22’yê Hezîranê de saet di 01.00’an de qada Werxelê û Tabûra Ereban a Avaşînê ji aliyê balefirên şer hatine bomberdûmankirin. Di 23’yê Hezîranê de saet di 15.00 û 15.30’an de erdên li gundên Dergelê û Beşîlî yên herêma Metînayê bi balefirên şer 3 caran hatine bomberdûmankirin.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”