Çarenûsa endamên PYD û Rêveberiya Xweser hîna ne diyar e

Rewşa 3 endamên PYD’ê û nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê ku li Hewlêrê hatibûn destgîrkirin, ev 15 roj e ne diyar e. Her wiha rewşa ciwanekî ji Rojava ku ew jî li Hewlêrê hatibû girtin, nayê zanîn.

Çarenûsa endamên PYD û Rêveberiya Xweser hîna ne diyar e
24 hezîran, 2021   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10’ê Hezîrana 2021’an de nûnerê pêwendiyan ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen û endamê PYD yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê dema saet di 03:00’an de diçûn pêşwaziya mêvanên xwe, li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatibûn girtin.

Tevî ku di ser destgîrkirinê re 15 roj derbas bûne jî, hîna agahiyek ji her sêyan nayê girtin û têkildarî mijarê tu zanyarî ji bo PYD û Rêveberiya Xweser nehatine dayîn.

Di heman roja destgîrkirinê de rêveberiya PYD’ê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî vê kiryarê dabû û gotibû: “Destgîrkirin di demeke ku ji bo diyaloga Kurdî-Kurdî hewldan çêdibin de pêk hatiye. Ev jî nahêle ku hewldanên diyalogê bigijîn encamên û PDK ji vê yekê berpisyar e. Her wiha ev pêkanîn xizmeta dijminan dike. Heta niha têkildarî destgîrkirinê tu zanyarî ji me re nehatine dayîn.”

Di 22’yê Hezîranê de jî nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ji hikumeta Başûr xwestibû ku rewşa endamên hatine girtin, zelal bike.

Li aliyê din rewşa ciwanê bi navê Ciwan Ebdulkerîm ê ji Rojavayê Kurdistanê ku li gel dayika xwe ya nexweş ji bo dermankirinê hatibû Başûrê Kurdistanê û li deriyê sînor ê Pêşxabûrê hatibû girtin jî, ev 17 roj e nayê zanîn.