Berpirsên Îsraîlê: Em hewl didin herêmeke qedexeya hewayî li dijî balafirên Îranê ava bikin

DYA û Îsraîlê têkildarî bersivdayîna hevbeş li dijî balafirên Îranê yên bêmirov, bi rêya herêma qedexeya hewayî, diyalog pêk anîn.

Berpirsên Îsraîlê: Em hewl didin herêmeke qedexeya hewayî li dijî balafirên Îranê ava bikin
24 hezîran, 2021   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî berpirsên Amerîkî û Îsraîlê ji malpera Axios a Amerîkayê re ragihandiye, rêveberiya Biden û hikumeta Îsraîlê têkildarî qedexeya belavbûna balafirên bêmirov ên Îranê û moşekên Cruise ku li gel wekîlên wê yên li Iraq, Yemen, Sûriyê û Lubnanê hene, diyalog pêk anîn.

Piştî çend êrişên balafirên bêmirov ku komên alîgirên Îranê di nava hefteyên borî d pêk anîn û hin ji wan hatin têkbirin, DYA û Îsraîl metirsiyên mezin hîs dikin ku ev teknîk bikeve destê komên din û ew jî hêzên wan li herêmê bikin hedef.

Baregeha El-Esed a hewayî ku piraniya hêzên Amerîkayê yên li Iraqê lê bi cih bûne, ji aliyê komên şîe yên alîgirên Îranê rastî êrişan hat.

Her wiha çekên hewayî yên Îsraîlê di 18`ê Gulanê de balafireke bêmirov a Îranê ku dixwest derbasî aliyê hewayî yê Îsraîlê bibe, xist.

Di civîna 27`ê Nîsana borî de, şêwirmendê ewelehiyê Jake Sullivan û yê Îsraîlê Meir Ben-Shabbat li hev kir ku komeke xebatê ya hevbeş were avakiri.

Civîna yekemîn a komê beriya 3 hefteyan bi serkêşiya Brett McGurk û Reuven Azar, hate lidarxistin.

Şandeya Îsraîlê pêşniyar kir ku çarçoveya hevkariya herêmî dewletên Ereban jî di navê de bin ku rastî gefên Îranê tên.

Li gorî berpirsên Îsraîlê, aliyê Îsraîlê herêma qedexeya hewayî ji balafirên bêmirov ên Îranê re, pêşniyar kir.

(bx)