Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da û xwest miwekîlê xwe bibînin.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serî li dozgeriyê da
24 hezîran, 2021   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Nevroz Uysal û Serbay Koklu ji bo ku miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Rêber Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê bi telefonê bi birayê xwe re axivî bû û axaftina bi telefonê hatibû birîn.

Parêzerên rêber  Abdullah Ocalan herî dawî piştî bi 8 salan di navbera 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de miwekîlê xwe dîtibûn. Ji 7'ê Tebaxê û vir ve dewleta Tirk nahêle ku parêzerên Ocalan miwekîlê xwe bibînin.