Li Dêrazorê ciwanek ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin

Kesên nenas ciwanek li gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi guleyan kuşt.

Li Dêrazorê ciwanek ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin
24 hezîran, 2021   07:58
DÊRAZOR

Li bajarokê Siwêdan ê rojhilatê Dêrazorê, kesên nenas gule li ciwanê bi navê Mehmûd Mislih El-Yawir reşandin û ciwan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçegihanê me ragihandiye, kesên nenas li ser motorsîklêtekî bûn û piştî ku gule reşandin, reviyan.

Li gundewarên rojhilatê Dêrazorê tevgera şaneyên DAIŞ`ê zêde ye û sivîl, rûspiyên herêmê û endamên saziyên xizmetguzariyê dikin hedef.

Yekîneyên Antî Terorê (YAT) yên QSD`ê di di 22`yê Hezîranê de li bajarokê El-Busêra 17 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê û kesên ku pêwendiyê bi wan re dikin, girtibûn û gelek çek û alavên bi wan re desteser kiribûn.

(bx)

ANHA