Dergeha Sêmalka hate vekirin, civîn hîna berdewam e

Rêveberiya dergeha Sêmalka îro danê sibehê bi awayekî fermî dergeha Sêmalka vekir, her wiha ji bo diyarkirina mekanîzmeya çûn û hatinê, nîqaş di navbera her du aliyên dergehê de berdewam in.

Dergeha Sêmalka hate vekirin, civîn hîna berdewam e
23 hezîran, 2021   10:37
QAMIŞLO

Rêverberiya degeha Sêmalka îro danê sibehê ji bo çûn û hatinê û rewşên mirovî û bazirganî bi awayekî fermî vekir, ango rewşa dergehê vegeriya wekî berê.

Çavkaniyekî li dergehê ji ajansa me re diyar kir ku dergeh îro danê sibehê hate vekirin.

Çavakanî destnîşan kir ku civînên di navbera berpirsên dergeha Sêmalka û dergeha Pêşxabûr de berewam in. Her wiha da zanîn ku wê piştî civînê di derbarê diyarkirina mekanîzmayên nû yên çûn û hatinê de, daxuyaniyek were dayîn.

ANHA