​​​​​​​SOHR: Hêzên hikumeta Şamê nuqteyeke dewleta Tirk kir armanc

Hêzên hikumeta Şamê, îro nuqteyeke artêşa Tirk a dagirker li çiyayê El-Zawiyê yê li gundewarêm Idlibê kir hedef.

​​​​​​​SOHR: Hêzên hikumeta Şamê nuqteyeke dewleta Tirk kir armanc
23 hezîran, 2021   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê, îro nuqteyeke hêzên dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Kansefra li çiyayê El-Zawiyê li gundewarên başûrê Idlibê, topbaran kir. Di encam de, kuştî û birîndar çêbûn.

Têkildarî hejmara kuştî û birîndaran tu agahî nehatin bidestxistin.

 (dx)