​​​​​​​Rizgar Qasim: Divê PDK`ê piştgiriya dewleta Tirk neke

Rizgar Qasim diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide gelê Kurd tune bike û şerekî kurdî yê hundirîn derxe. Qasim destnîşan kir ku divê PDK`ê ji xefka dagirekriya Tirk dûr keve û piştrast kir ku avakirina baregehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê cureyeke dagirkirinê ye.

​​​​​​​Rizgar Qasim: Divê PDK`ê piştgiriya dewleta Tirk neke
22 hezîran, 2021   23:42
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Dewleta Tirk a dagirker şerekî hovane li dijî gelê Kurd û Kurdistanê dimeşîne, ji girtina siyasetmedaran û tengavkirina gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bigire heta bigihêje êrişkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojava ku ji Çileya 2018 'an ve dest pê kir û heta niha berdewam e. Her wiha bi dijwarî êrîşên xwe li ser herêmên Başûrê Kurdistanê ji destpêka sala 2021`an didomîne.

Ruxmî dijminatiya eşkere ya dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd û Kurdistanê, lê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hevkarên wê piştgiriyê didin êrîşên dewleta Tirk û komkujiyên wê yên li dijî gelên Kurdistanê.

Serokê Tevgera Nûkirin a Kurdistanê Rizgar Qasim diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka ku ji Asyaya Navîn hatiye û li herêmê wek biyanî bi cih bûye, tiştek ji bilî wêrankirin, dagirkirin, talankirina herêmê û pêkanîna komkujiyan li dijî tevahiya pêkhateyan nekiriye.

Qasim wiha domand: “Dewleta Tirk dewleteke dagirker e. Li ser bingeha qirkirin û talankirina gelan bi navê isalmê xwe ava kiriye. Siyaseta tirkkirin û qirkirinê li dijî gelan pêk tîne. Ne tenê gelê ermen qir kir lê belê pêkhateyên Laz û Ereb ên li Tirkiye asîmle kirin. Ev siyaseta wê gelek kirêt e. Ji berê ve li dijî gelê Kurd dimeşîne û heta niha jî berdewam e.”

Qasim piştrast kir ku dewleta Tirk armanc dike hebûna Kurdan qir bike û ev yek lê zêde kir: “Gelek caran min piştrast kiribû ku armanca dewleta Tirk ne rêxistineke yan jî partiyeke diyar e lê belê armanca wê ya sereke tunekirina gelê Kurd e.”

`NAKOKIYÊN HUNDIRÎN ÊN KURDÎ BÛ SEDEMA TÊKÇÛNA ŞOREŞÊN KURDÎ`

Rizgar Qasim bal kişand ser dîroka gelê Kurd û wiha got: “Tu carî gelê Kurd li hemberî dijminan bi bin neketiye lê sedema sereke ya têkçûna şoreşên kurdî nakokiyên hundirîn bûn ku dijminan derdixistin. Gelê Kurd gelek kevnar e. Ruxmî her tiştî lê li hemberî dijminan li ber xwe daye, lewra niha divê Kurd bibin yek.”

Qasim da xuyakirin ku siyaseta derxistina nakokiyên hundirîn di navbera Kurdan de ji aliyê dijminan ve ji berê ve pêk tên û heta niha jî berdewam in û wiha domand: “Li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) qoricî (cerdevan) ava kirin, di heman çarçoveyê de jî piştgirî da hin gelek hêzên siyasî.”

Qasim wiha gotinên xwe berdewam kir: “Li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê heman siyaset hat meşandin. Li Rojava jî gelek partiyan roleke neyînî lîst ku xwe spartin hembêza dewleta Tirk a dagirker û îtîlafê ku serokê wê beriya çend rojan bang li dewleta Tirk kir ku herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Mixabin gelek rêxistinên siyasî heta niha piştgiriya vî kesî dikin.”

Her wiha Qasim îşaret bi hevkariya hinek Kurdan bi dijminan re kir û got ji ber vê yekê heta niha Kurd mafên xwe yên rewa bi dest nexistine û pergala xwe ya taybet ava nekiriye. Qasim wan kesan bi xayînan bi nav kir.

`DIVÊ PDK`Ê NEKEVE XAFKA DAGIRKERIYA TIRK`

Rizgar Qasim behsa êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK`ê ya pê re kir û diyar kir ku ev siyaset armancên dijmin pêk tîne. Qasim bang li hêzên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê di serî de PDK`ê kir ku nekeve xafka dagirkeriya Tirk.

Qasim di berdewama nirxandina xwe de bal kişand ser daxuyaniya endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan kir ku tê de wiha hatibû gotin: “Dewleta Tirk û heta Recep Tayyîp Erdogan beriya çend rojan bi rêya hinek dostan nameyek ji me re şand. Tê de bang agirbestê li me kir. Wî piştrast kir ku mudaxeleya xebatên me yên li beşên din ên Kurdistanê nake. Her wiha bi bîr xist ku li beramberî agirbestê dê rê bide ku em şerê PDK`ê bikin.” Qasim girêdayî vê mijarê got: “Daxuyaniya birêz Karayilan a ji PDK`ê re diyar bû ku dewleta Tirk siyaseta derxistina fitneyê di navbera Kurdan de dimeşîne. Divê em jê hişyar bin ku xwe wek dost nîşan dide û di heman demê de pîlanan amade dike.”

`AVAKIRINA BAREGEHÊN LEŞKERÎ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ CUREYEKE DAGIRKIRINÊ YE`

Têkildarî armanca dewleta Tirk a ji Mîsaqa Millî Qasim wiha axivî: “Ew armanc dike împeratoriya osmanî vejîne. Li ser hesabê doza Kurd hinek mafan bide Kurdan. Lê divê PDK`ê ji vê xafkê hişyar be. Avakirina baregehên leşkerî cureyeke dagirkirinê ye ku hêviyên Başûrê Kurdistanê pêk nayne ku gelek destkeftî bi dest xistin û di destûra Iraqê de hat naskirin.”

Qasim pêwîstiya sûdgirtina partiyên Başûrê Kurdistanê di serî de PDK`ê ji tecrubeyên berê destnîşan kir ku divê ji dek û dolabên dijmin hişyar bin û got: “Mixabin ji dema ragihandina xwesertiya Başûrê Kurdistanê sala 1992`yan ve û heta niha, pergaleke giştî li Başûr ava nebûye. Divê partiyên kurdî pergaleke giştî û hevgirtî ava bikin, ji ber ku destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê hatine bidestxistin, destkeftiyên gelê Kurd in jî.”

Qasim îdiayên dewleta Tirk ku bi armanca tunekirina PKK`ê êrişî Başûrê Kurdistanê dike derewandin û piştrast kir ku armanca wê ya sereke dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Qasim di vê çarçoveyê de bang li hêzên kurdî kir ku hişyar bin ji ber ku dewleta Tirk ne dost e û weke mînak li ser wê hevdîtinên wezîrê karûbarên derve yê dewleta Tirk bi Bexd û Îranê re, referandoma li Başûrê Kurdistanê sala 2017`an ku piştî wê Bexda û Enqereyê rahênanên leşkerî li nêzî dergeha sînor Îbrahîm El-Xelîl çêkirine bi bîr xistin û got ew rahênan ji bo PDK`ê peyameke diyar bû.  

`ENKS`E DI DESTE PDK`E DE AMUR E`

Girêdayî mijara girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Başûrê Kurdistanê Qasim got: “Mixabin ev yek rû da. Ev cihê rexneyê ye û nayê qebûlkirin. Ev siyaset berjewendiyên dijminên Kurdan pêk tîne.”

Qasim diyar kir ku girtina nûneran hewldanên yekitiya nîştimanî asteng dike ku ji bo pêkanîna wê li Rojava Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di nava dan û standinan de ne. Qasim têkildarî helwesta ENKS`ê ev nirxandin kir: “ENSK`ê bûye amûrek di destê PDK`ê de ku siyasetên wê li Rojava pêk tîne. Lê di heman demê de nûnerên Rêveberiya Xweser digire ku ENKS`ê dixwaze pê re bibe şirîk. Ev siyaset ji aliyê me ve nayê qebûlkirin.”

Qasim bang kir ku pêwîst e PDK`ê dev ji van siyasetên xwe berde, ji berjewendiyên xwe yên partiyetî yên teng dûr keve û li gorî stratejiyeke kurdî bixebite û wiha lê zêde kir: “Rojava kûrahiya stratejîk a Başûrê Kurdistanê ye. Lewra divê em li gorî vê yekê kar bikin û bi hev re û ji bo hev bixebitin. Sînorên di navbera xwe de negirin û bi pêşroja gelê Sûriyê bifikirin.”

`DIVÊ HER KES TEV LI HEMLEYA SEFERBERIYÊ YA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BE'

Qasim anî ziman ku ku ruxmî gelek nakokî di navbera dewletên dagirkerên Kurdistanê de hene lê dema mijar dibe kurd li hev dikin mîna lihevkirina Endene ya di navbera Sûriye û Tirkiye de, lihevkirina di navbera Iraq û Tirkiye de û ya di navbera Îran û Tirkiye de. Qasim anî ziman ku  divê hemû tev li hemleya seferberiyê ya li dijî dagirkeriyê bibin.

Qasim bang li hêzên kurdî û Kurdistanê kir ku bi hev re kar bikin da ku kongreyeke nîştimanî ya giştî li dar bixin, stratejiyeke giştî ji bo gelê Kurd li hemberî dewleta Tirk a dagirker daynin û bi van gotinên nirxandina xwe bi dawî kir: “Di vê demê de metirsiyên mezin li hemberî Kurdan hene. Derfet jî heye ku mafên xwe bi dest bixin. Lê ji bo ku ev yek pêk were divê ji berjewendiyên xwe yên partiyetî yên teng dûr kevin. Daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya têkildarî siyasetên Başûrê Kurdistanê vê gotinê piştrast dikin ku heke Başûrê Kurdistanê ev siyaseta xwe ya heyî bidomîne, wê destkeftiyên li Başûr pêk hatine tune bibin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/afQhm9DW5hU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>