Rojnamevan Ranj Osman: Gelê Başûr dê li hemberî siyasetên çewisandinê bêdeng nemîne

Rojnamevan Ranj Osman hişyarî da ku dewleta Tirk a dagirker plan dike ku dagirkeriya xwe ya li Başûr mayînde bike û got, gelê Başûrê Kurdistanê dê li hemberî siyasetên çewisandinê yên hikumetê bêdeng nemîne.

Rojnamevan Ranj Osman: Gelê Başûr dê li hemberî siyasetên çewisandinê bêdeng nemîne
23 hezîran, 2021   04:29
ZANA DENÎZ – NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Ranj Osman got, dewleta Tirk beriya ku Başûrê Kurdistanê dagir bike bi rêya rêzefîlmên tirkî yên dublajkirî û gelek rêbazên din çanda xwe li ser wê ferz kir û wiha domand: "Dewleta Tirk karibû bi rêya ferzkirina çanda xwe mejiyan bixe bin serweriya xwe û ev jî jê re bû zemîn da ku piştre serweriya xwe ya leşkerî ferz bike."

Ranj Osman diyar kir ku dewleta Tirk ji salên 90`î yên sedsala borî ve bi rêya avakirina gelek baregehên leşkerî serweriya xwe li ser Başûrê Kurdistanê ferz dike û wiha pê de çû: " Îstixbaratên dewleta Tirk ên heyî serweriya xwe li ser aborî û çavkaniyên wê yên xwezayî ferz kirine, di demekê de ku gelê Başûrê Kurdistanê jî di nava rewşên aborî yên zehmet de ye. Divê ku ew sûdê ji berhemên welatê xwe bigre. Lê dewleta Tirk sûdê jê digire û ev jî bi desteka hikûmetê tê kirin."

‘BERPIRSÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ALAVEK DI DESTÊ DEWLETA TIRK DE NE‘

Têkildarî têkiliya di navbera dewleta Tirk û berpirsên Başûrê Kurdistanê de Ranj Osman wiha axivî: "Têkiliya di navbera dewleta Tirk û berpirsên Başûrê Kurdistanê de pir xurt e. Ev yek dihêle ku dewleta Tirk berpirsên wê wekî alavekî li gorî berjewendiyên xwe yên dagirkerî têxe tevgerê."

Rojnamevan bal kişand ser bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê û ev tişt anî ziman: "Li hemberî hemû sûcên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têne kirin mîna; dagirkirina parçeyên mezin ji xaka Başûrê Kurdistanê, talankirina hemû berhem û milkên wî, êrişên li ser cihên sivîlanhikûmeta Başûrê Kurdistanê bêdeng e û tu helwest diyar nekiriyem her wiha nikare van sûcan şermezar jî bike."

 ‘HEWLDANA DEWLETA TIRK DA KU CIHÊ XWE BIBÎNE‘

Ranj Osman destnîşan kir ku dewleta Tirk bi buhaneya hebûna gerîlayên Tevgera Rizgariya Kurdistanê xaka Başûrê Kurdistanê topbaran dike û got: "Di nêrîna min de dewleta Tirk ji buhaneyan zêdetir, serweriya xwe ferz dike û hewl dide mayîna xwe heta 30 salî bidomîne."

 ‘GEL DÊ BÊDENG NEMÎNE‘

Osman bal kişand ser binpêkirin û girtina çalakavan û şandeyên ji derve tên û wiha got:" Bingeha siyaseta hikûmeta Başûrê Kurdistanê gendelî û binpêkirina azadiyane, ev ne tiştekî nû ye, dê encamên wê giran bin û di pêşerojê de dê bandorê lê bikin."

Rojnamevan Ranj Osman di dawiyê de got, gelê Başûrê Kurdistanê dê li hember van siyasetên çiwisandinê yên hikumeta Başûr bêdeng nemîne.

(bx)

ANHA