ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-06-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-06-2021'AN
22 hezîran, 2021   23:00

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re meşekê li dar dixin, saet 09:00'an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê merasîmê bîranîna şehîdên komkujiya Helincê li goristana Şehîd Xebat Dêrikê li dar dixe, saet 17:00'an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Amûdê şehîdên meha Hezîranê li Hola Kerem bi bîr anîn, saet 09:00'an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rejîma Erdogan a bi sûcan dagirtî ye li hember têkoşîn û destkeftiyên jinan xwe ranagire. Ruxmî wê jî jinan ji bo ku hêviyên xwe pêk bînin, van siyasetan ji xwe re nekirin bend. Di salvegera yekemîn a Komkujiya Helincê de keça şehîd Emîne Weysî got, wê bi hezaran Zehra, Hebûn û dayika Emîne li ser xaka ku bi xwîna wan hatiye avdan, çêbibin." ‎(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rizgar Qasim diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide gelê Kurd tune bike û şerekî kurdî yê hundirîn derxe. Qasim destnîşan kir ku divê PDK`ê ji xefka dagirekriya Tirk dûr keve û piştrast kir ku avakirina baregehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê cureyeke dagirkirinê ye. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Rojnamevan Ranj Osman hişyarî da ku dewleta Tirk a dagirker plan dike ku dagirkeriya xwe ya li Başûr mayînde bike û got, gelê Başûrê Kurdistanê dê li hemberî siyasetên çewisandinê yên hikumetê bêdeng nemîne. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Jinan a Sûriyê li ser destûrê ku li Sûriyê derketine civînekê li Minbicê li dar dixe, saet 10:00'an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD`ê Mihemed Hesen got daxuyaniyên serokê Îtîlafa Sûriyê Nasir El-Herîrî ku bang li dewleta Tirk dike ku êrişî herêmên din ên Sûriyê bike, berjewendiyên dewleta Tirk ên der bar vegerandina împratoriya osmanî pêk tînin. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê, revandina nûnerê Rêveberiya Xweser û endamên têkiliyên PYD'  li Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK`ê revandin, wekî xizmeta armancên siyaseta dewleta Tirk bi nav kir. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Çend roj di ser bidawîbûna lûtkeya serokê Amerîkayê Jeo Biden û hempîşeya wî serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re derbas bûn, lê hîna nezelalbûnek serdest e, di gel wê jî analîzên nakok ên di navbera lihevkirineke neeşkere û binketinê de hene, gelo atmosfêra vê lûtkeyê çawa bû? Çi lihevkirin pêk hat? Der barê Sûriyê de çi heye?Siyasetên Amerîka û Rûsyayê li herêmê û cîhanê li ser çi pêk tên? ‎(BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên Reqayê diyar kir ku ji ber ku mewsima paletiyê ya vê salê kêm e û lêçûnên çinînê  ‎pir buha ne, ew vegeriyane çinîna bi destan, da ku lêcûn kêm bibe û bi awayekî baş sûdê ji ‎kayê wergirin. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA