Panela “Geşedanên doza Filistînê û encamên doza Kurd li gel daneyên nû” îro li dar dikeve

Îro gelek siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên Kurd û Ereb bi rêya Zoomê tev li panela “Pêşketinên doza Filistînê, encamên doza Kurd li gel daneyên nû” dibin. Der barê panelê de nivîskar û rojnamevanê misirî Îlhamî El-Milîcî got “Panel dê pirsekê bide pêş; gelo çima Kurd destkeftiyên ku bi dest xistine, bi kar naynin da ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin?"

Panela “Geşedanên doza Filistînê û encamên doza Kurd li gel daneyên nû” îro li dar dikeve
21 hezîran, 2021   08:19
QAHÎRE - EMANÎ EZAM

Îro panela "Pêşketinên doza Filistînê û encamên doza Kurd li gel daneyên nû" bi tevlêbûna gelek siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên Kurd û Ereb li dar dikeve. Însiyatîfa Azadiya ji bo Abdullah Ocalan bi hevkariya Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Komîteya Azadiya Ocalan panelê organîze dike.

Panel ji aliyê nivîskar û rojnamevanê misirî Îlhamî El-Milîcî ve dê were birêvebirin. El-Milîcî got ev panel gelek girîng e ji ber ku gelek geşedan li ser asta dozên Filistîn û Kurdan çêbûne. 

Têkildarî mijarê, El-Milîcî bi bîr xist ku di çend rojên dawîn de pêşketinên berbiçav li ser asta doza Filistînê çêbûne, çi ji aliyê helwesta hevgirtî ya gel û piştgiriya wan a bi berxwedana çekdarî re ya li Xezayê yan jî berxwedana li hemberî qirkirinê û piştgiriya berxwedana çekdar a bi gelê li Qudsê û Şêx Cerah re.

El-Milîcî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku geşedanên dawîn bandor li kolana Îsraîlê kir û hişt ku piştgiriya navneteweyî ya bi doza Filistînê re zêde bibe û wiha dewam kir: "Ji ber gelek analîzvanan got dê di çend mehên bê de kongreyeke navneteweyî li dar bikeve da ku mafên rewa li ser esasê her du dewletan werin bidestxisitn."

 El-Milîcî piştrast kir ku ev yek girêdayî helwesta rêxistin û hêzên Filistînê ye ku vê derfeta dîrokî ji dest nedin û helwesta xwe ya li hemberî helwesta Îsralîlê bikin yek.

Nivîskarê misirî destnîşan kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi ser ket û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst rizgar kir, her wiha rêveberiyeke serkeftî di bin navê Rêveberiya Xweser de li dar xist û got ev pêşketin di dîroka têkoşîna Kurdan de balkêş in.

El-Milîcî nirxandina xwe wiha domand: “Pirsa ku di vê demê de xwe dide pêş ew e ku çima Kurd wan destkeftiyan bi kar naynin heta ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin û rêveberiya wan a xweser li ser astên navneteweyî û herêmî were naskirin? Ev her du pirsên mezin dê bibin mijara panela ku ji aliyê Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Abdullah Ocalan ve û bi hevkariya Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Komîteya Azadiya Ocalan tê lidarxistin.”

Panel îro dê saet di 19:00`an de bi dema Qahîre û Brukselê û di 20:00`an de bi dema Şam, Beyrût û Bexdayê li dar bikeve. Panel dê online li ser bernameya Zoom were lidarxistin û li ser Facebookê were weşandin.

(şx)

ANHA