Leşkerekî hêzên hikumeta Şamê li Girê Spî birîndar bû

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundewarên Girê Spî de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bû.

Leşkerekî hêzên hikumeta Şamê li Girê Spî birîndar bû
21 hezîran, 2021   08:27
EYN ÎSA

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku dagirkeriya Tirk bê navber gundewarên Girê Spî topbaran dike.

Di encama topbaranê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê li gundê Siwan birîndar bû.

Topbarana li ser gundewarên Girê Spî berdewam e.

ANHA