Şêniyên Amûdê bi meşekê êrişa li dijî HDP`ê şermezar kir

Ji bo şermezarkirina êrişa li dijî HDP û piştgiriya berxwedana gerîlayan li dijî êrişên dewleta Tirk a qirker, şêniyên navçeya Amûdê meşek li dar xist.

Şêniyên Amûdê bi meşekê êrişa li dijî HDP`ê şermezar kir
20 hezîran, 2021   10:14
QAMIŞLO

Meş ji qada Jina Azad bi tevlîbûna malbatên şehîdan, şêniyên navçeya Amûdê, endamên  Hêzên Parastina Civakî, Partiya Yekitiya Demokaratîk (PYD) û endamên Çand û Hunerê, dest pê kir.

Meşevanan pankartên"Em ê şehîdan serkevin…em ê bi rihê berxwedaniya şehîdên rûmetê berxwebidin û dagirkeriyê binbixin", "Ji qirkirnê û dagirkeriyê re na, Em ê jin û jiyanê biparêzin", "Rêya şehîdan rêya me ye armanca we armanca me ye" rakirbûn. Her wiha wêneyên şehîd Deniz Poyraz û şehîdên jin hatibû rakirin.

Meşvanan wêneyên şehîd Deniz Poyraz rakiribûn û siloganên "Bimire AKP-MHP`ê", "Bijî berxwedana gerîla" û "Jin jiyan azadî" beriz kirin.

Meş li qada Şehîd Cîhad veguherî mitîngê. Di mitîngê de Endama Kongreya Star Menal Zoro axivî û êrişa li dijî HDP û û şehîdxistina xebatkara wê Deniz Poyraz şermezar kir.

 Menal da xuyankirin ku êrişa li dijî HDP`ê bûyereke ne ji rêzê ye û got: "Divê gelê Tirkiyê vê yekê qebûl neke."

Menal diyar kir ku şehadeta Deniz Poyraz wê tevgera jinên azad li her çar perçeyê Kurdistanê xurtir bike.

Mitîng bi siloganên "Bijî berxwedanan gerîla"bi dawî bû.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dxbZl-OWFAI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>