‛Hezkirina ji dozê re hîşt ku bibe welatparêz û hemû xeteriyan bide ber çavan’

Mihemed Baqî gelek caran ji aliyê hikumeta Sûriyê ve hate girtin, lê belê ew nebû sedem ku têkoşîna wî raweste û hezkirina wî ji dozê re kêm bibe, berovajî wê ji bo azadiya Kurdistanê zarokên xwe jî tevlî Tevgera Rizgariya Kurdistanê kirin. Baqî dîtina rêber Abdullah Ocalan ji bo xwe weke jidayikbûneke nû pênase kir.

‛Hezkirina ji dozê re hîşt ku bibe welatparêz û hemû xeteriyan bide ber çavan’
20 hezîran, 2021   08:02
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Dijwar e ku tu ji bo yek tiştî dest ji her tiştî berdî, lê ya herî dijwar jî ew ku rêya te hilbijartiye bi xeteriyan dagirtî ye, bi taybet ger tu bikevî destê hêzên ewlehiyê yên hikumeta Sûriyê ku merhemt pê re tune ye. Kurd wiha ne, hezkirina wan ji welat re dihêle ku her tiştê xwe bixin xizmeta doza Kurdistanê.

‛RÊWÎTIYA WÎ YA TÊKOŞERÎ’

Kesayetê welatparêz Mihemed Baqî yek ji kesên ku parastina welat û xwedîderketina li doza xwe hilbijartiye. Di salên 1980 de ji bajarê xwe Kobanê derket û çû Helebê, zêdetirî 40 salî li wir ma.

Mihemed Baqî di 1982’yan de kadroyekî Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Helebê nas kir û vexwend mala xwe, rêwîtiya wî ya welatparêziyê ji wir dest pê kir, her wiha di 1984’an de li Helebê bi rêber Abdullah Ocalan re rûnişt, bi wê re eşq û hezkirina wî ji doza Kurd re zêdetir bû.

Hevjîna wî, Fatme Hebeş di derbarê roja ku Mihemed Baqî cara yekemîn bi rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye, wiha got: "Wek her car hat malê, lê wê carê pir kêfxweş bû, te digot qey gerdûn tevahî ya wî ye. Ji ber ku serdegirtina mala me ya rojane ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Sûriyê ve bandoreke mezin li derûniya wî kiribû. Min sedema kêfxweşiyê jê pirsî, got, ez îro bi rêber Ocalan re rûniştim. Wê demê ez xemgîn û bi hêrs bûm, min got te çima ez jî bi xwe re nebirim."

Fatme Hebeş wiha domand: "Di wê rojê de diyariya herî giranbuha ji rêber Ocalan wergirt, ew jî kasêteke stranên kurdî ên şoreşgerî bû."

Mihemed Baqî bi dizî xebata di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de dikir, pirtûk û broşorên tevgerê yên wê demê li bajarê Sûriyê belav dikirin, gelek caran tevî keça xwe Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) hatin girtin. Piştre Şîlan Kobanê tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû ku yekemîn jin ji Kobanê tev li tevgerê dibe û bû yek ji damezirînerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD).

Mihemed Baqî û keça xwe Şîlanê piştî ku hatin berdan, vegerî karê xwe yê Hesinkariyê. Lê piştî berdana wan, bi behaneya lêgerîna li kadroyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê her tim bi ser mala wan de digirtin, êdî mala wan kiribûn mîna navendeke hêzên ewlehiyê. Lê belê ev yek nebû asteng ku dest ji karê Tevgerê berde, berovajî wê hîn eşq û hezkirina wî ji kar û welat re zêdetir bû.

Têkildarî sedema girtinê, Fatme Hebeş wiha pê de çû: "Sedema girtina hevjînê min ew bû ku keça me şehîd Şîlan pirtûkên kurdî dixwendin û ji hevalên xwe yên dibistanê re digot û wan jî agahî dida hêzên ewlehiya siyasî yên Sûriyê ku bavê Şîlanê wê fêrî kurdî dike. Ji vir çîroka me bi istîxbarta ewlehiyê ya Sûriyê re dest pê kir, êdî ew bûn xwediyên malê û em jî bûn mêvan."

Fatme Hebeş diyar kir ku hêzên ewlehiyê yên Sûriyê keç û bav heta 3 rojan girtin û di dirêjahiya 3 rojan de îşkence li wan dikirin, piştî serbestberdanê li ser laşê wan cihên lêdanê xuya bûn. Hêzên ewlehiyê ji hevjînê wê re got ku vegera karê xwe yê hesinkariyê û agahiyê nede kesî ku ew li gel wan girtî bûn.

‛JI BER EŞQA JI WELAT Û HEZKIRINA JI DOZÊ RE ZAROKÊN XWE ŞANDIN ÇIYAYÊN KURDISTANÊ’

Mihemed Baqî ji ber hezkirina xwe ji welat û dozê re û ji bo parastina zarokên xwe ji hikumeta Sûriyê keça mezin Meysa şand çiyayên Kurdistanê, da ku tevlî Tevgera Azadiyê bibe û ji bo gel û welatê xwe şer bike. Meysa bû têkoşer û şehîda bi navê Şîlan Kobanê.

Fatme Hebeş da zanîn ku her tim hevjînê wê zarokên xwe ber bi rêya siyasetê ve nîşan didan, ew jî bû sedem ku keça wan şehîd Şîlan Kobanê tev li tevgerê bibe. Lê beriya wê Şîlan di nava koma Botan a girêdayî partiyê de dixebitî, lê bavê wê şîret kir ku xebata siyasî bike, ji ber  pêwîstiya doza Kurd bi siyasetmedaran heye.

Mihemed Baqî bi temenê xwe yê 75 salî di nexweşxaneyeke li paytexta Şamê de piştî kirîza dil di 8’ê vê mehê de jiyana xwe ji dest da. Ew ji gundê Kor Elî yê rojavayê Kobanê ye, 9 zarokên wî hene, 5 keç û 4 xort.

Keça wî, şehîd Şîlan Kobanê ku di 1991’ê de tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû, ji damezrînera PYD’ê ya Rojava bû. Di 2004’an de li Mûsilê di encama komployeke hevbeş ya istîxbarata Sûriyê û Iraqê de tevî çend rêhevalên xwe hatin şehîdxistin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aJ-OuaHYTHQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>