Dîmenên çalakiya gerîla ya li Tabûra Ereban

Gerîla TV dîmenên çalakiya li Tabûra Ereban a li herêma Avaşînê weşand. Di çalakiyê de 3 leşkerên Tirk hatibûn kuştin û 2 leşker jî birîndar bûbûn.

Dîmenên çalakiya gerîla ya li Tabûra Ereban
20 hezîran, 2021   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê li ser çalakiyê ev agahî dabûn:

“31'ê Gulanê berê sibehê dagirkerên ku ketin qada Tabûra Ereban a qada Mervanosê ya herêma Avaşînê ji hêla hêzên me ve hatine kontrolkirin. Saet 12:30'an hêzên me li van dagirkeran da. Bi rengekî berbiçav 3 dagirker hatine cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn. Dagirkerên ku ji tirsan qutifîn, pêşî şewat derxistin û li eraziyê belav bûn.”

 https://1452214184.rsc.cdn77.org/video/2021-06-20-gerillatv-calakiya-tabura-ereban-avasin-31-gulana-2021-1.mp4