​​​​​​​Behreya wî veguherî rastiyekê û bû dengvedana dengê gelê Efrînê

Behreyê koçberê efrînî Elî Îbrahîm piştî ku difikirî ew tiştekî duyemîn e, veguherî rastiyekê û got: "Me bawer nedikir ku piştî vî temenî behreya min ewqas deng vede û dengê şêniyên efrînî bi rêya wêneyên xwe derxe."

​​​​​​​Behreya wî veguherî rastiyekê û bû dengvedana dengê gelê Efrînê
20 hezîran, 2021   06:43
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Koçberê bi navê Elî Îbrahîm ê ji şêniyên gundê Gorda yê navçeya Cinidirêsê ya kantona Efrînê sala 1970`an ji dayîk bûye, 3 keç û 2 kurên wî hene, ji 8 saliya xwe ve ji xêzkirina wêneyan hez dike. Li gund li ser kevirên cur bi cur wêne xêz dikiririn. Hawaya gund û ew wêne di bîra wê de zindî man heta ku bû ciwan.

Behreya wî bi teşwîqkirinê ji aliyê mamoste, malbat û hevalên wî ve pêşketin. Ne difikirî ku ev behre wê girêdaneke xurt bi xwe ve çêke. Weke ku behre ye lê dinêrî û dê bi demê re ji bîr bibe. Dem demê hinek wêne xêz dikirin û di her carê de pêşketinek di xwe de didît.

Pirî caran kesayetan, rûyên şêniyên Efrînê, xizmên xwe û şehîdan xêz dike. Bi taybet piştî ku koçber bûn. Her wiha wêneyên zarokan û dayîkên ku di koçberiyê de zehmetiyan dikişînin xêz dike.

Apê Elî Îbrahîm tev li du pêşengahan bûye, yek li Şehbayê ku bi dirşûma Efrîn banga me dike di Mijdara 2020`an de li dar ket û ya din li Qamişloyê di çarçoveya Komxebata 3’yan a Rojava ya Şêwekariyê ku di 19`ê Gulanê de li dar ketiye.

Di hevpeyvînekê de li gel ajansa me, Elî Îbrahîm ku li gundê Um Hoşê yê navçeya Ehrezê yê kantona Şehbayê dimîne got: “Dema biçûk bûm min dest bi xêzkirinê kir. Ez ji vê behreyê hez dikim û heta ku bûbûm ciwan her tim di bîra min de ma. Ez nedifikirîm ku piştî ewqas sal ev behre deng vede û tev li du pêşengehên girîng bibim.”

Îbrahîm wiha domand: "Di pêşengaha Komxebata 3’yan a Rojava ya Şêwekariyê de ya li Qamişloyê min tabloyek bi dirêjahiya 16 metreyan bi hev re xêz kir. Tablo çîroka şêniyên Efrînê ji destpêka dagirkirinê ve sala 2018`an û heta koçberiya ber bi Şehbayê ve vedibêje. Ew tablo gelekî hat pêşwazkirin."

Têkildarî amûrên xêzkirinê, Îbrahîm got: “Ez bi fehmê (komirê) xêz dikim. Destpêkê komirê hûr dihêrim, piştre biçek av lê zêde dikim. Paşê pê xêz dikim. Ez vî rêbazî bi kar tînim, ji ber ku ne reng û ne jî amûrên xêzkirinê li cem min tune ne. Emûrên min hêsan in tenê çoyek darê xurmê heye, firçeyeke biçûk, lûfik û hinek pênûsên komirê ne.”

Îbrahîm wiha pê de çû: “Bi xêzkirinê re ez dengê efrîniyan radigihînim. Herî dawî min koka dareke zeytûnê xêz kir û bi rêya wê min xwest azara wan daran li Efrînê rave bikim ku ji aliyê dagirkeran ve tên qutkirin.”

Îbrahîm beriya gotinên xwe bi dawî bike got: “Ez niha bi rêya dikaneke biçûk a benzînê dabera xwe ya rojane peyda dikim. Di demê xwe yên vala de bi rêya firçeya xwe tiştên di hundirê xwe de rave dikim. Min li ser dîwarên dikana xwe jî xêz kiriye.”

Îbrahîm di dawiyê de bang li her kes xwedî behre kir ku temen ji xwe re nekin bend û xwe pêş bixin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gquLcAHBtA8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>