Li Kobanê konê piştgiriya berxwedana gerîlayan hate vedan

Li Kobanê ji bo piştgiriya berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê çalakiyên kon hatin destpêkirin.

Li Kobanê konê piştgiriya berxwedana gerîlayan hate vedan
19 hezîran, 2021   13:50
KOBANÊ

Ji bo piştgiriya berxwedana gerîlayên HPG û YJA Star a li dijî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê konê  piştgiriyê li Qada Şehîd Egîd a Kobanê veda.

Çalakiyên konê piştgiriyê bi diruşma"Werin çenga azadiyê" hatiye organîzekirin û dê heta 22'yê Hezîranê ji saet 11:00'an heta 18:00'an dewam bike.

Di roja yekemîn a çalakiyê de, şêniyên Kobanê, şandeyek ji Meclisa Navçeya Qenayê, Kogreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, PYD’ê, bajarokê Bênder, komîn û Hêzên Parastina Civakî yên Qenayê yê rojavayê bajêr beşdar bûn.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Zekeriye Ebdulhenan Muslim bi xêrhatina beşdaran kir û wiha got: "Şerê herî mezin li Zap, Metîna û Avaşînê rû dide, lê her tim têkçûyîn para dewleta Tirk û hevkarên wê ye."

Muslim diyar kir ku gerîla bêyî berdêl şer dike, li ber xwe dide û parastina gelê Kurd dike.

Muslim di dawiyê de bang li ciwanên çar parçeyên Kurdistanê kir ku li hember dijmin serî hildin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mMxabRH3wnY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>