Kongreya Star a Dirbêsiyê şehîdên meha Hezîranê bi bîr anîn

Kongreya Star a Dibêsiyê şehîd Sema Yuca, Zîlan û şehîdên komkujiya Helincê  (Zehra, Hebûn û Emîne) bi bîr anî.

Kongreya Star a Dirbêsiyê şehîdên meha Hezîranê bi bîr anîn
19 hezîran, 2021   13:26
HESEKÊ

Bîranîn li Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan hate lidarxistin.

Civîn bi deqyeke rêzgirtin dest pê kir. Ji rêveberên Kongreya Star Dêlim Dêrik axivî, cangoriyên azadiyê yên meha Hezîranê bi bîr anîn.

Her wiha bal kişand ser çalakiya fedeyî ya Şehîd Zîlan a ku 30'yê Hezîrana 1996'an li Dêrsimê li dijî nuqteyeke leşkerên Tirk pêk anîbû û çalakiya şehîd Sema Yuca ya 17'ê Hezîrana 1998'an ku li dijî siyasetên dagirkeriya Tirk bedena xwe da ber agir.

Dêlim Dêrik destnîşan kir ku di Hezîrana borî de çalakvanên Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl,  Zehra Berkel û Emîna Weysî di êrişeke balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Helincê yê Kobanê de şehîd bûn û beriya 2 rojan endama HDP'ê Denîz Poyraz hate şehîdxistin.

Di berdewama axaftina xwe de Dêlim Dêrik diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van êrişan şikandina vîna jina azad û rêxistinkirî ye.

Civîn bi berzkirina diruşmên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8_CFb4aLakc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>