Hêzên Ewlekariya Hundirîn li başûrê Minbicê mayinek bê bandor kir

Tîma endezyariya mayinan ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn mayinek ku li kêleka rêya di navbera Minbic û gundê Kabircî de hatibû çandin, bê bandor kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li başûrê Minbicê mayinek bê bandor kir
19 hezîran, 2021   11:27
MINBIC

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di daxuyaniyekê de diyar kir ku welatiyekî agahî da ku tiştekî  xerîb li ser rêya di navbera gundê Kabircî ya başûrê Minbicê heye. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew cih dorpêc kir û welatî ji wir dûr xistin.

Piştre tîma endezyarî dest bi lêkolînê kir û diyar bû ku mayineke û ji dûr ve tê teqandin. Tîma endezyariyê ew mayin bê bandor kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, tevahî welatî hişyar kirin ku dema tiştekî gumanbar dîtin, agahî bidin Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

(dm)

ANHA