Avakirina hikumeta Lubnanê di tuneleke tarî de ye

Lubnan her roj nêzî dawiya tunela tarî dibe, lê di dawiya wê de ronahî tune ye. Lubnanî ku li ser avakirina hikumetê hêvî dikir da ku ji krîzê derkeve, hema bê hêvî ne piştî ku pê hesiyan ku karta avakirina hikumetê di kaxizên kotayê de winda bûye.

Avakirina hikumeta Lubnanê di tuneleke tarî de ye
19 hezîran, 2021   09:16
BEYRÛT - ZIYAT EBÛ XEZALÊ

Dîmena heyî ya li Lubnanê bi du têgehan mirov dikare bi kurtasî şîrove bike; lêborîn û nelêborîn. Di her du vebijêrkan de îhtimala avakirina hikumetê tune ye. Valahiya siyasî bi ser dikeve. Tenê pirsek xwe dide pêş; gelo zêdetirî nîvî ye lê wekhev e û tenê gelê Lubnanê barê vê pirsê radike?

VEBIJÊRKÊN VEKIRÎ

Têkildarî mijarê lêkolînerê siyasî û nivîskar Wefîq Îbrahîm ji ajansa me re axivî û got: “Îro lîstik êdî li pêşiya gelek îhtimalan vekirî ye. Çi bi rêya parçebûna siyasî heta bigihêje krîza aborî, malî û jiyanî. Piştre pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên serokatiyê û yên parlamentoyê. Yanî hemû dê li ser hemû kaxizan bilîzin. Em ê vê yekê di pêvajoya bê de bibînin. Ev lîstik dê di navbera Bebida û Eyn El-Tîne de be. Ne dûr e hevalbendiyeke siyasî hebe ku êdî nîşaneyên wê xuya dibin. Esasa wê serok Berî, serokê erkdar Seed El-Herîrî, serokê Partiya Pêşverû ya Komunîst Welîd Cunbilat û serokê El-Merde Silêman Silêman Firenciyê ye."

Îbrahîm piştrast kir ku rewşa li Lubnanê dê girêktir be. Îbrahîm agahiyên xwe dispêre hinek parlamenterên nêzî serokê parlamentoyê Nebîh Birî û got: “Berî wê ji îro pê de li hemberî hemleyên li dijî parlamenterên Şepala Wetenî ya Azad bê deng nebûye. Lê dîmen diyar e, lihevkirinek li ser astên herî bilind heye ku ji Bebida bigire heta bigihêje Mîrna El-Şalûhî berpirsên vê hemleyê ne. Bersiva serokê meclisê jî li ser wê, nîşan dide ku ew armanc û encamên wan hedefgirtinan baş nas kirine."

PARVEKIRIN HÊVIYA LUBNANIYAN WINDA DIKE

Tişteke nû li Lubnanê tune ye. Hişkbûna El-Ewnî êdî gihaştiya asta herî jor ku li hemberî hewldanên avakirina hikumetê dibin asteng. Na ji projeya sêgoşeyê re, bi vê hişkbûna diyar, serokkomar Mîşel Ewn û serokê Şepela Wetenî ya Azad Cibran Pasîl li gel israra projeya parvekirina wezaretan li ser bingeha taîfê hewl didin hikumetê ava bikin. Ji ber wê heta vê kêliyê tu derfet tune ye ku hikumet were avakirin û ev pêvajoya nakok were derbaskirin.

Li beramberî wê Îlî El-Ferzelî cîgirê serokê parlamentoyê erkdarkirina kesek din li şûna El-Herîrî ku hikumetê ava bike, dûr dibîne. Ji Beyt El-Wasat El-Ferzelî piştî hevdîtina bi serokê hikumetê Seed El-Herîrî re hinek enerjiya erênî ji gel re veguhast û piştrast kir ku El-Herîrî fêm kiriye ku divê di çarçoveya parastina destûrê û navaroka wê de tev bigire. Bi vê baweriyê bi wezîrê erdkar El-Ferzelî destnîşan dike wê hemû hewldanên bi bin xistin û şermkirina El-Herîrî bi ser nakevin. Her wiha diyar kir ku serokê parlamentoyê Nebîh Berî hîna li benda bersivandina hewldanên bilez ên avakirina hikumetê ye ku êdî bûye korîdoreke mecbûrî da ku Lubnan bigihêje rêya xilasiyê.

El-Herîrî vê xilaskiriyê wek encameke jêneveger a însiyatîfa xilasiyê ya serokê Fransayê Emmanuel Macron dibîne û li hemberî zehmetî û zextan bi pêkanîna wê ve girê dide. Hemwextî wê pirsên der barê gelo Macron dê dev ji kîjan pîvanan berde ji bo ku avabûna hikumetê hêsantir bike û valahiya saziyî dagire derdixe pêş yan jî gelo tê wateya ku dixwaze bi rêya avakirina hikumeta teknosiyasî li şûna teknokirat (a pisporan) dijberan an ku Şepala Watanî ya Azad û Hizbullahê razî bike. 

EL-HERÎRÎ DI NAVBERA FIŞARAN Û PARASTINA DESTÛRE DE MAYE

Li gel çaranûsa nediyar a warê siyasî ya Lubnanê, însiyatîfa Berî ya avakirina hikumetê ji 14 wezîran careke din derdikeve pêş ku sêgoşeya têkçûyî ji hemû aliyan dûr dixe.

Hemû nîşaneyên siyasî destnîşan dikin ku rewş gelek girêk e. Daxuyaniyên dawîn ên El-Herîrî piştî ku serdana Dar El-Fetwa kir û bi meleyê komarê re şêx Ebdullatîf Diryan û serokên hikumetên berê re civiya, nîşaneyên xitimandina asoyan li pêşiya avakirina hikumetê ye. Ev yek teqez bandorê li lubnaniyan dike.

Li ber vê rewşê, tu rê li pêşiya rayedaran tune ye ku dev ji serhişkiya xwe berdin, aboriya welêt xilas bikin û gel ji rewşa heyî derxin.

ANHA