‘Girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê li gorî berjewendiya dewleta Tirk e’

Siyasetmedar û rêveberan diyar kir ku girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê bê tawan girtineke bê ser û ber e, her wiha pişterast kir ku armanca wê girtinê têkbirina neteweya demokratîk û parçekirina hevgirtina Kurdan e, ev yek jî armancên dewleta Tirk pêk tîne.

‘Girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê li gorî berjewendiya dewleta Tirk e’
19 hezîran, 2021   07:26
DÊRAZOR

Hêzên PDK`ê di 10`ê Hezîranê de nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Hesen û endamên PYD`ê Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz yên li Başûrê Kurdistanê, dema ku berê xwe didin balafirgeha Hewlêrê ya navneteweyî da ku mêvanan pêşwazî bikin, girtin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Girêdayî mijarê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Ebdurezaq El-Rehîm diyar kir ku PDK`ê bi girtina dîplomatan rûpeleke din li sicîla xwe ya ku dixwaze dewleta Tirk ajandeyên xwe li herêmê pêk bîne, zêde kir.

Ebdurezaq Rehîm destnîşan kir ku lihevkirinên veşartî di navbera PDK`ê û hikumeta Tirkiyê de û di serî de Erdogan hene. Rehîm got girtina dîplomatan girtineke bê ser û ber e bêyî tu hişyarî û hebûna tu tawanên eşkere li dijî wan, nexasim ku tu nakokî di navbera Rêveberiya Xweser û PDK`ê de tune bûn.

‘XIRABKIRINA ARAMÎ Û ÎSTIQRARÊ‘

Rehîm behsa destwerdanên îstixbaratên dewleta Tirk kir da ku aramî û ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî herêma Rojhilata Navîn xira bike.

Her wiha got, qutkirina ava çemê Firatê re û bikaranîna siyaseta birçîbûnê li dijî şêniyên herêmê, hedefgirtina stasyonên avê û qutkirina kehrebeyê dikeve xizmeta hikûmeta dewleta Tirk de ku qanûnên navneteweyî binpê dike. El-Rehîm bang li civaka navneteweyî kir ku cezayên pêwîst li dewleta Tirk ferz bike. 

 ‘JIHEVXISTINA HEVGIRTINA KURDAN`

Rehîm di berdewama axaftina xwe de bang kir ku kirinên ku Kurdan parçe dikin, rawestîne û got dewleta Tirk vê yekê dixwaze û wiha domand: "Dewleta Tirk dixwaze biratiya Ereb, Kurd, Asûr, Ermen û Suryanan parçe bike da ku keysbazkirina herêmê û dagirkirina wê hêsan bibe."

Rehîm bang li desteya NY`yê, rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û nûnerên Rêveberiya Xweser di zûtirîn demê de serbest berdin.

Di dawiyê de Ebdurezaq Rehîm bang li gelên cîhanê kir ku bi gelê Sûriyê re bisekinin û li hember dewleta Tirk a dagirker yekitiya xwe ava bikin.

‘HEDEFGIRTINA NETEWEYA DEMOKRATÎK`

Têkildarî mijarê serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê Mihemed Receb Şeban wiha axivî: "Armanca vê yekê hedefgirtina projeya neteweya demokratîk ku nûnertiya îradeya gelan bi hemû pêkhateyên wê dike."

Şeban pişterast kir ku neteweya demokratîk projeyeke ku dixwaze bigihêje civakeke ku hemû pêkhate bi hemû neteweyên xwe bi hev re bijîn.

Her wiha Şeban di axaftina xwe de behsa hewldanên dewleta Tirk kir û got ew dixwaze Rêveberiya Xweser û fikreya neteweya demokratîk têk bibe û ev tişt bi lêv kir: "Armanc ji kirinên hikumeta Tirkiyê ku projeya parastina mafên gelan dike, têk bibe."

Şeban pişterast kir ku dewleta Tirk ne tenê dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe lê belê naxwaze ev tecrubeya demokratîk belav bibe, dewleta Tirk hewl dide vê projeya ku gelek serkeftin bi dest xistine û hê di destpêkê de ye, têk bibe.

Di dawiyê de Şeban bang li hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê kir ku kirinên xwe rawestîne.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ApVWUcVvEj4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>