‘Gerîla misogeriya pêkanîna ewlehiya Kurdan e, divê PDK helwesta xwe zelal bike’

Malbatên gerîla yên li Girkê Legê û şêniyên Tirbespiyê diyar kir ku gerîla misogeriya pêkanîna ewlehiya Kurdan û parastina destkeftiyên wan e û bang li PDK`ê kir ku li hemberî hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re helwesta xwe zelal bike.

‘Gerîla misogeriya pêkanîna ewlehiya Kurdan e, divê PDK helwesta xwe zelal bike’
19 hezîran, 2021   07:40
QAMIŞLO - RÊNAS REMO-KELSÛMA ELÎ

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê bertekên gel zêdetir dibin. Di heman demê de kurdistanî bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikin ku piştgiriya xwe ya bi dagirkeriyê re ya êrişên qirkirinê û dagirkirinê di ber çavan re derbas bike.

Artêşa dagirker a Tirk ji 23`yê Nîsanê ve êrişên berfireh û bi çekên ku di qada navneteweyî de qedexe ne, li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê pêk tîne.

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan bi daxuyaniyekê ragihand ku şerekî dijwar di navbera Hêzên Parastina Gel (HPG) û artêşa dagirker a Tirk de heye, bi rêya vî şerî PDK`ê hêzên xwe anîn ku gerîla dorpêç bike.

Endamê Konseya Rêveber a PKK`ê Murat Karayilan bang li gelê Kurd kir ku li hemberî vê xetereyê bi erka xwe rabin.

Têkildarî mijarê malbatên gerîlayan ên navçeya Girkê Legê û şêniyên navçeya Tirbespiyê piştgiriya xwe ya ji gerîlayan re û bertekên xwe yên li hemberî piştgiriya PDK`ê ya ji dagirkeriyê re nîşan dan û bang lê kir ku dev ji helwesta xwe berde.

ꞌDIVÊ KARESATA BI SERÊ EFRÎNÊ DE HATIYE CAREKE DIN DUBARE NEBE`

Îdrîs Mele Şerîf bavê gerîlaya bi  navê Stêrvan axivî û diyar kir ku malbatên gerîla êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin û got: “Armanca dewleta Tirk, têkbirina destkeftiyên  gelê Kurd ên li Kurdistanê  ye.”

Mele Şerîf ev li gotina xwe zêde kir: "Lê em piştrast dikin ku em ê bi tevahiya derfetên xwe piştgiriya xeta azadiyê bikin. Ji ber ku Qendîl, Metîna, Zap û tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê hebûn û nasnameya me isbat dikin. Ji lew re ez bang li siyasmetmedaran û rewşenbîran dikim ku piştevaniya ji doza xwe re bikin da ku kareseta bi serê kantona Efrîna dagirkirî de hatiye dubare nebe."

Têkildarî piştgiriya PDK`ê ya ji dewleta dagirker a Tirk re Mele Şerîf ev got: "Ji bo me û gelê Kurd cihê mixabiniyê ye ku em bibînin PDK`ê hevkariyê bi dewleta Tirk re dike, piştgiriya wê dike û bi neviyên osmaniyan ve girêdayî ye. Her wiha li ser erda Kurdistanê jî piştgiriya wan dike, nexasim di  êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de, lê ez hêvî dikim ku kareseteke din bi serê gelê me de pêk neyê."

Mele Şerîf bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Li dijî dagirkeriya Tirk em ê heta misogerkirina serkeftinê piştgiriya ciwanên xwe yên gerîla bikin. Dagirkeriya Tirk li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd dike armanc. Rojava, Şengal, Bakur û Başûr li ser siyaseta xwe ya pêkanîna daxwazên dewleta Osmanî xetere dibîne."

ꞌGERÎLA Û PÊŞMERGE CIWANÊN ME NEꞌ

Mehmûd Hemdo bavê gerîla Feraşîn îşaret bi hebûna hêzên PDK`ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û ev xal rêz kirin: "Dijminê gelê Kurd yek e û em naxwazin şerekî kurdî-kurdî çêbibe. Em ê li dijî vê yekê bisekinin, gerîla û pêşmerge ciwanên me ne."

Mehmûd Hemdo ev agahî li gotina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk li hemû herêman gelê Kurd dike armanc, timayên wê li Kurdistanê hene û dixwaze şer derxe."

Hemdo bêdengiya rêxistinên mafên mirovan a li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijîgerîlayan li Metîna, Zap, Avaşîn û tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê rexne kir.

ꞌGERÎLA JI BO GELÊ KURD MISOGERIYA PÊKANÎNANA EWLEHIYÊ YEꞌ

Têkildarî vê yekê welatiyê bi navê Mistefa Xelef axivî û gerîlayên ku li dijî artêşa Tirk efsaneyên lehengiyê dinivîsin, silav kir û da zanîn ku ji bo gelê Kurd gerîla rêya ewlehiyê ye.

Xelef got divê PDK hêzên xwe yên li herêmên ku gerîla lê ne vekişîne û wiha pê de çû: "Dagirkeriya Tirk li ser doza Kurd xetereyê çêdike. Divê PDK bizane ku ger dagirkeriya Tirk armanca xwe pêk bîne, dê ew bi xetereya dagirkeriyê re rû bi rû bimîne."

Welatiya bi navê Xerme Elî axivî û destnîşan kir ku gerîla parêzvanên gelê Kurd e û ew nahêlin ku hewldanên derxistina fitne û şerê di navbera Kurdan de rû bide.

ꞌSIYASETA PARÇEKIRINÊꞌ

Xerme Elî ev li gotina xwe zêde kir: "Ev hewldan dikeve xizmeta dewleta Tirk ku dixwaze Kurdan parçe bike, lê divê ji bo yekitiya kurdî û da ku rê li pêşiya siyasetên parçekirinê yên ku hin alî dixwazin derxin, xebat were kirin."

Li aliyekî din jî Bûşra Mehmûd axivî û got: "Gerîla êrişî tu kesî nekiriye, lê artêşa dagirker a Tirk bi alîkariya hêzên PDK`ê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin."

Di dawiyê de Bûşra bang li gelê Kurd kir ku ji bo piştgiriya gerîla dakevin qadan, çalakiyan li dar bixin, li dijî planên dagirkeriya Tirk bisekinin û yekitiya xwe ava bikin.

(eh) 

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lffB-9EsYoM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>