Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 24 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 24 kesên din bi koronayê ketin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 24 kesên din bi koronayê ketin
17 hezîran, 2021   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi koronayê (Covid-19) ketine, 9 mêr û 15 jin in û li van herêman in:

Qamişlo: 3
Dêrik:2
Reqa:3
Tebqa: 6
Dêrazor: 4
 Minbic: 1
 Şehba: 4
Kampa Holê: 1

Ciwan Mistefa anî ziman ku 5 kes jî baş bûne.

Bi van daneyan re hejmara pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 18 hezar û 308 kesî; ji wan 759 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 851 kes jî baş bûne.

(dm)

ANHA