Hunermend: Dem dema bilindkirina tekoşînê ye

Hunermendên Kurd êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û got “Em di qonaxa man û nemanê de ne. Divê herkes li hember dagirkeriyê têkoşînê bilind bike."

Hunermend: Dem dema bilindkirina tekoşînê ye
17 hezîran, 2021   07:32
QAMIŞLO - YARA MIHEMED

Dagirkeriya Tirk bi armanca berdewamkirina komployên li dijî tevahiya gelê Kurd gelek rêbazan bi kar tîne û hewl dide projeya demokratîk têk bibe, li aliyekî din jî bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê bi kar tîne û ji 23`yê Nîsanê ve êrişî çiyayên Başûrê Kurdistanê dike û kampa Mexmûrê ku bi hezaran sivîl lê dimînin, dike armanc.

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, gel bertekan nîşan dide. Hunermendên kantona Qamişlo jî ev êriş red kirin û bang li welatiyan kir ku li hemberî planên dewleta Tirk û armacên wê hişyar bin.

Lîtikvana Şanoya Koma Şehîd Osman a girêdayî Erka Xweparastinê (Serdem) Bêrîvan Oso diyar kir ku divê lîstikvan û hunermendên Kurd ên li tevahiya Kurdistanê û Rojava bi taybet li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk helwestekê nîşan bidin.

Bêrîvan Oso got: "Bûyerên li Başûrê Kurdistanê diqewimin, ji bicihkirina hêzên pêşmergeyên PDK`ê û xurtkirina leşkerî ya li çiyayên Kurdistanê, îsbat dike ku destên wê bi dagirkeriya Tirk di êrişên li dijî gerîlayan de heye, lê gerîla îsbat kir ku ew ê nekevin xefika hewldanên dagirkeriya Tirk ên gurkirina şerê hundirîn ê di navbera hêzên kurdî de. Gerîla û pêşmerge ewladên gelê Kurd in."

Têkildarî mijarê Bêrîvan Oso bang li PDK`ê kir ku helwesta xwe ya li hemberî Tirkiyê di ber çavan re derbas bike.

Di heman demê de Bêrîvan Oso bal kişand ser girtina hêzên PDK`ê ya ji nûnerên Rêveberiya Xweser û Partiya Yekitiya Demokratîk ên Başûrê Kurdistanê û got: "Divê yekser wan serbest berde."

Bêrîvan Oso bang li aliyan û gelê Kurd kir ku li dijî siyasetên li hemberî gelê Kurd têne plankirin, bisekinin û ev nirxandin kir: "Divê em xwe ji bindestî û zilmê rizgar bikin, gavên erênî biavêjin, paşve venegerin û xizmeta ajandeyên dijmin nekin."

Li aliyekî din jî hunermend û endama Kevana Zêrîn Nisrîn Botan bang li rewşenbîr, siyasetmedar û hunermendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hêz, partî û komeleyên tevahiya Kurdistanê, nexasim ên li Başûrê Kurdistanê kir ku yekitiya xwe ava bikin.

Nisrîn Botan destnîşan kir ku gerîla û pêşmerge parastina gelê Kurd û Kurdistanê dikin û ev şîrove kir: "Em naxwazin di rûpelên dîrokê de were nivîsandin ku Kurdan xiyanet li hev kiriye."

Nisrîn Botan da zanîn ku dewleta Tirk her tim hewl dide di navbera Kurdan de provokasyonan derxe, lê belê divê ew li hemberî siyaseta Tirkiyê hişyar bin, her wiha divê dîrok şahida serkeftin û rizgarkirina wan be û wiha domand: "Em wek hunermendan jî em ê vê gavê xurttir bikin da ku tevahiya proje û planên Tirkiyê hewl dide pêk bîne, têk bibin."

Hunermend Nisrîn Botan îşaret bi girtina nûnerên Rêveberiya Xweser  bi destê PDK’ê kir û wiha dewam kir: "Ev helwest di encama zextên ji aliyê desthilata Tirk a li ser hikumeta Başûrê Kurdistanê de pêk hat, lê divê partiyên siyasî yên kurdî û hikumeta Başûrê Kurdistanê li hemberî planên Tirkiyê hişyar bin û tê bigihêjin ku ev yek xizmeta dijmin dike."

Endamê Tevgera Mozopotamyayê ya Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîpan Xelat jî axivî û got: "HPG li çiyayên Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk berxwedaneke dîrokî dide meşandin, bi êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê dagirkeriya Tirk hewl dide herêmê dagir bike û rêveberiya wê jî têk bibe, lê siyaseta ku li Başûrê Kurdistanê pêk tê, nayê qebûlkirin."

Têkildarî mijarê hunermend Sîpan Xelat bang li tevahiya hêzên kurdî yên li seranserî Kurdistanê kir ku yekitiya kurdî ava bikin û li dijî tevahiya aliyên ku hewl didin wan têk bibin, bisekinin. Sîpan Xelat diyar kir ku divê aliyên siyasî helwesta xwe ya li hemberî planên dagirkeriya Tirk zelal bike.

Der barê xetereya vê qonaxê de Sîpan Xelat got divê malbata Barzanî berpirsyariya xwe rake û ev xal li gotina xwe zêde kir: "Ji ber ku em bi qonaxa man û nemanê re rû bi rû ne.”

Hunermend û rewşenbîrên Rojava roja duşemê bi daxuyaniyekê êriş û destwerdana rejîma Tirk a ji Başûrê Kurdistanê re şermezar kir û bang li rêxistinên civaka sivîl ên li Başûrê Kurdistanê kir ku ji bo lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê gavan biavêje yan jî zemînekî çêke.

(eh)

ANHA