Rêvebirên jin ên ji Dêrazorê: Dagirkerî dixwaze li herêmên me fitneyê çêke

Rêvebirên komîteyên jinan ên li Dêrazorê hewldanên derxistina tevliheyê  li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser ne li gorî planên dijminan e.

Rêvebirên jin ên ji Dêrazorê: Dagirkerî dixwaze li herêmên me fitneyê çêke
17 hezîran, 2021   07:53
DÊRAZOR

Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya êrişan û qutkirina ava çemê Firatê, didome.

Jinên ji Dêrazorê diyar kir ku herêmên wan di nav ewlehiyê de ye û ev yek encama bihêvîbûna wan ji fikir û felsefeya azad e.

Rêvebera Komîteya Jinan a Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê, Melek El-Rebah got bûyerên vê dawiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qewimîn, encama tevgera şaneyên dagirkeriya Tirk û hikumeta Şamê ye.

Melek got: "Bûyerên ku li bajarê Minbicê qewimîn, bi armanca avakirina fitneyê di navbera şêx û rûspiyên eşîran û Rêveberiya Xweser de ne. Lê ev plan têk çûn, ji ber ku gelên herêmê ji komployên ku li dijî wan tên kirin, haydar in."

Melek destnîşan kir ku armanca van bûyeran, geşkirina fitneyê li herêmê û cudakirina di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye. Melek fitneyên ku di serî de jinan dikin hedef, şermezar kirin û got: "Tevî ku jin ji her alî ve tên hedefgirtin, dîsa jî îro em bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan li her qadê mohra xwe datînin.”

‘DAGIRKERÎ HEWL DIDE TEVLIHEVIYÊ ÇÊKE DA KU EWLEHIYA HERÊMÊN ME TÊK BIBE’

Rêvebera Desteya Jinan a Dêrazorê Fatme Merwan jî diyar kir ku piştî Hêzên Sûriya Demokratîk di 15'ê Tebaxa 2016'an de bajarê Minbicê ji çeteyan rizgar kir, bajar di nava ewlehî û aramiyê de bû. Lê dewleta Tirk a dagirker û aliyên din hewl da fitneyê çêkin, aramiya herêmê têk bibin û gelê Minbicê vegerînin bin serweriya rejîmê.

Fatme got projeya Rêveberiya Xweser, projeyeke serkeftî ye ku wekhevî, jiyana hevpar, azadiya raman û derbirînê mîsoger dike.

Fatme wiha dom kir: "Em planên li dijî projeya Rêveberiya Xweser ya li ser bingeha edalet û wekheviyê, şermezar dikin û diyar e ku ev proje ne li gorî plan, berjewendî û daxwazên wan ên li herêmê ne.”

Fatme Merwan axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em ji van planan haydar in û em ê di hemû astên siyasî, leşkerî, aborî û civakî de xwe bi rê ve bibin, em ê têkoşîna xwe bidomînin û pêşî li her êrişeke li dijî herêmên me, bigirin.”

(dx)

ANHA