Fatoş Goksungur: Kesên li ser xalîçeyên sor çete pêşwazî kirin parêzvanên aştiyê asteng kirin

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur diyar kir ku PDK êrişên dewleta Tirk a dagirker rewa dike û got "PDK çeteyên ji Sûriyê li ser xalîçeya sor pêşwazî dikirin, lê belê nehişt ku dostên wan ên Kurd daxuyaniyan bidin.”

Fatoş Goksungur: Kesên li ser xalîçeyên sor çete pêşwazî kirin parêzvanên aştiyê asteng kirin
17 hezîran, 2021   05:43
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENÎZ

Di 23’yê Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşîn ên Başûrê Kurdistanê dest bi êrişên dagirkeriyê kir. Dewleta Tirk piştî ku ji êrişên dagirkeriyê encam negirt, li herêmê ji bo provokasyonê dest bi bikaranîna hêzên taybet ên Gulan û Zêrevanî yên PDK'ê kir.

Li dijî êrişan Kurdên li Ewropayê dijîn, platforma "Defend Kurdistan" ava kir. Çalakvanên ku bi koman ji bo bidawîkirina êrişên li ser Beşûr ber bi Hewlêrê ve diçûn, li Almanya û Hewlêrê rastî astengiyan hatin. Her wiha daxuyaniya ku çalakvanan dixwest li pêşiya Nûnertiya NY’yê ya Hewlêrê bidin, hêzên PDK’ê asteng kir.

Li ser çalakiyên li dijî dagirkeriyê yên li Ewropayê û helwesta PDK'ê ya li hemberî çalakgerên çûn Başûr, hevseroka KCDK-E’yê Fatma Goksungur axivî.

Fatoş Goksungur wiha dest bi axaftina xwe kir: "Hikumeta Beşûr bixêrhatina çeteyan li ser xalîçeyên sor kir lê nehişt ku heyeta Defend Kurdistan ji otelê derkeve û siyasetmedarên Kurd derbasî Başûrê Kurdistanê bibin."

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) Fatoş Goksungur bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk bi tena serê xwe biryara êrişa dagirkeriyê ya li dijî Başûr nedaye. Êriş yekser piştî civîna Biden pêk hatin, yanî bi erêkirina NATO'yê pêk hatin. Peyama ku bi van êrişên dagirkeriyê re tê şandin, ev e; gelek gelên li erdnîgariya Mezopotamyayê bi êrişên qirkirinê re rû bi rû man. Îro li pêş çavên hemû welatên cîhanê gelê Kurd rastî qirkirinê tê."

Fatoş Goksungur têkildarî daxuyaniyên PDK'ê yên ji bo dagirkeriyê û desteka hêzên taybet a ji bo dewleta Tirk got: "PDK'ê bi daxuyaniyên xwe nîşan da ku ew di van êrişan de hevkar e û ne tenê bi van êrişan re. Heyeta ku di nav de parlamenter, siyasetmedar û rojnamevanên Kurd jî hene ku xwest bikevin Hewlêrê, hatin astengkirin. Şandeya Aştiyê ji bo konsepta êrişan a ku dewleta Tirk dixwaze li dijî tevgera azadiyê û gelê Kurd pêk bîne, xwest biçe Başûrê Kurdistanê. PDK'ê mîna dewleta Tirk ji bo astengkirina vê daxwazê xwest heyetê ji deverên cuda yên Ewropayê asteng bike. Hin ji kesên di nava heyetê de ne, nehiştin bikevin Hewlêrê. Dîsa daxuyaniya ku vê şandeyê dixwest li pêşiya NY'yê bide, ji aliyê hêzên taybet ên PDK'ê ve hate astengkirin. Ev astengî careke din rûyê rast ê PDK'ê bi zelalî eşkere dike."

Hevseroka KCDK-E'yê Fatoş Goksungur diyar kir ku divê êrişa dagirkeriyê ya li ser Başûrê Kurdistanê wek berdewama tecrîda li Îmraliyê were dîtin û got: “Dewleta Tirk konsepteke êrişê ya li dijî hemû destkeftiyên Kurdan dimeşîne. Li ser hemû nirx û destkeftiyên Kurdistanê êriş hene. Yek ji hevparên herî mezin ên vê êrişê PDK bi xwe ye. Tu Kurdek nikare vê helwesta PDK'ê qebûl bike, helbet ji bo wan ne ya qebûlkirinê ye ku li rex dewleta Tirk bin û li dijî dagirkeriyê bê deng bimînin.”

‘TESLÎMIYET LI TEVGERA AZADIYÊ TÊ FERZKIRIN’

Fatoş Goksungur diyar kir ku konsepta şer a bi piştgiriya hêzên DYA, YE û NATO'yê û dagirkeriya dewleta Tirk û PDK'ê, teslîmiyetê li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd ferz dike û got: "Serdana Mesrûr Barzanî bo Belçîkayê, dîsa daxuyaniyên Erdogan di civîna NATO'yê de ne nîşaneke baş e ku NATO di şer de ku îro li Başûrê Kurdistanê didome, hêza herî mezin e. Tevgera Azadiyê ya Kurd ne tene li dijî dewleta Tirk, li dijî NATO’yê jî li ber xwe dide. Tevgera Azadiyê ya Kurd xaka xwe diparêze.”

‘BI HEZARAN KESÎ JI BO BIÇIN KURDISTANÊ SERLÊDAN KIR’

Fatoş Goksungur diyar kir ku kurdistaniyên li Ewropayê li dijî êrişên dagirkeriyê yên li Başûr bi ruhê seferberiyê helwestek nîşan da û got: “Platforma ‘Defend Kurdistan’ ji Ewropayê heta Kurdistanê hat avakirin. Em pêkhateyeke aktîf a vê platformê ne. Bi hezaran kesên ji nêzî 490 meclisan serî li heyete da ku dixwaze ji Ewropayê derbasî Kurdistanê bibin. Seferên me yên ji bo Başûrê Kurdistanê û hewldanên me yên ji bo pêşîgirtina li şer, dê dewam bikin.”

Her wiha Fatoş Goksungur got: “Li ser xalîçeya sor pêşwaziya çeteyên ji Sûriyê kirin, lê hikumeta Başûrê Kurdistanê destûr neda kesên ku li dijî dagirkeriyê aştiyê dixwazin, ji otelê derkevin û li pêşiya NY’yê daxuyaniyekê bidin. Ewropiyan li Başûr bi dirûşmên 'Bijî Kurdistan' nerazîbûna xwe ya li dijî êrişê anî ziman lê PDK'ê jî hewl da dagirkeriyê rewa bike. Wek KCDK-E em ê çalakiyên xwe yên li Ewropayê bidomînin û xeta xiyanetê ya PDK'ê aşkera bikin. Em ê li dijî bêdengiya Ewropayê û welatên NATO'yê li kolanan bin.”

ANHA